Cenazeyê Ovençê HDP'î hat definkirin

STENBOL - Rêveberê HDP'Î Fikret Ovenç ê di dema xebatên "Na"yê de qeyrana dilî derbas kir û jiyana xwe ji dest da, hat definkirin.

Cenazeyê rêveberê HDP'a Bagcilarê Fikret Ovenç (50) ê duh di dema xebatên "Na"yê de qeyrana dilî derbas kir û jiyana xwe ji dest da, hat definkirin.

Cenazeyê Ovenç, îro birin Mizgefta Weysel Qeranî ya li Taxa Fevzî Çakmakê ye. Li vir, nimêja cenaze hat edakirin. Piştî nimêja nîvro, bi beşdarbûyîna bis edan welatiyî cenazeyê Ovenç li Goristana Cebecî ya li Sultançîftligiyê ye hat definkirin.