EDENE - Hat hînbûn ku, li Girtîgeha Ceyhanê 7 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiriye.
Hat hînbûn ku, li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhana Edeneyê girtiyên bi navê Burhan Çelik, Mehmet Taç û Mazlum Erdem ji 4'ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Her wiha hat zanîn ku girtiyên bi navê Yumlu Ustun, Zafer Bahadir, Omer Toluk û Mustafa Ozer jî îro daxilî greva birçîbûnê bûne.
Girtiyan bi riya malbatên xwe naga hestiyariyê li raya giştî kir.