Girtiyê ku wî dereng sewqî nexweşxaneyê kirin jiyana xwe ji dest da

MÊRSÎN - Polîsê ku ji ber endmatiya Cemaeta Fethullah Gulen hat girtin û ji bert şert û mercên giran ên girtîgehê nexweşîn lê peyde bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Kadir Eyce ê li Sêwazê polîstî dikir, piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê bi hinceta hesabê wî li Bank Asyayê ya aîdî Cemaeta Fethullah Gulen heye hatibû girtin. Eyce yê ku wî ji Girtîgeha Sêwazê şandin Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li gor nûçeya siyasihaber.org'ê dema Eyce hatiye girtin 90 kîlo bûye, lê di dema binçavkirinê de bi awayekî zêde îşkenceyeke fizîkî derûnî lê hatiye kirin. Piştî hatiye girtin, bi awayekî zêde zihîf bûye û ji ber êşên nava xwe êdî nikaribûye bi rê ve biçe. Her çi qas malbata wî daxwazname dabin jî, lê nehatiye tehliyekirin. Li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Zanîngeha Cuhuriyetê, lê nehatiye nihêrîn û wî dubare şandine girtîgehê.

Piştî ku nexweşîna wî giran dibe, malbata Eyce wî dibe Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê. Lê hat ragihandin ku tetkîkên wî bi derengî ketine. Ji ber mudaxile tedawiyeke dereng û ji ber xweyîkirineke nebaş û faktorên derûnî nexweşîna Eyce bi pêş ketiye. Eyce vê sibehê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.