STENBOL - Parlamenterê berê û hiqûqnas Hasîp Kaplan madeyên qanûna bingehîn nirxand bal kişand li ser "Sîstema Serokomariya Partiyî" û wiha got: "Ger ku ev sîstema rêveberiya yek kesî bê mînakdayîn li Rojhilata Navîn dişibe rejîmên Baasê, rêveberiyên yek yekî yên dîktatorî bi taybetî jî li Amerîkaya Latîn rêveberiyên ku piştî darbeyan hatin ser kar. Ev gelek xetere ye."
Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hiqûqnas Hasîp Kaplan 18 madeyên guhertina qanûna bingehîn ên ku bi tifaqa AKP û MHP'ê li Meclîsê hate qebûlkirin û di 16'ê Nîsanê de bi referandumê bê deng dan nirxand.
Kaplan têkîldarî madeya "rayeya darazê li ser navê neteweya tirk dê ji aliyê dadgehên serbixwe ve bê bikaranîn" guherîna "dadgehên bêalî û serbixwe" wiha got: "Dibêjin me daraza bêalî û serbixwe anî lê piştî vê di madeya 14'emîn de bi lijneya dozger û dadgeran ve daraza bêalî bi temamê bi yek kesî ve girêdide. Bi rastî jî ev 18 madde li dijî dewleta hiqûqê ye bi taybetî jî cudatiya di navbera qanûnçêkirin, rêvebirin û darazê de bi temamê ji holê radike, rejîma parlamenteriyê ji holê radike, rêveberiya yek kesî tîne. Ango sîtema serokdewletiyê nayne. Navê wî wekî sîstema serokdewletiyê be jî wekî kombûna rayeyên yek kesî ye."
'TEMENÊ BIJARTINÊ DAXISTINA 18 SALIYÊ RAST NÎNE'
Kaplan têkîldarî madeyên 2-3 ya ku hejmara parlamenteran ji 550'an derdixe 600 kesan û temenê bijartinê jî ji 25 saliyê daxistina 18 saliyê jî wiha axivî: "Hejmara parlamenteran derdixin 600 parlamenteran. Li hemû welatên ku sîstema serokdewletiyê heye senato heye. Li Tirkiyeyê jî hebû rakirin, niha tuneye. Lê hejmarê zêde dikin. Dema ku hejmara parlamenteran dikin 600, piştî vê çi dikin, rayeyên meclîsê radikin. Niha temenê bijartinê dikin 18, lê ciwanên 18 salî hê nû dest bi zanîngehê dikin. Ev ciwan li zanîngehên bi awayeke azad nikarin xwe îfade bikin. Di bûyereke herî biçûk de ji zanîngehê tên avêtin. Li şûna ku azadiya îfadekirin, azadiya rêxistinbûn, azadiya zanistê pêk bînin mafê bijartina parlamenteriyê didin. Berê temenê bijartinê 25 bû, ez 2 serdaman li meclîsê bûm û me 2 parlamenterên temene wan 25 e nedît. Ev ne rast e."
'RAYEYA KONTROLKIRINÊ RADIKIN'
Kaplan têkîldarî madeyên demên hilbijartinê dike yek jî wiha axivî: "Hilbijartinên serokomariyê û hilbijartinên parlamenteriyê heman rojê dikin. Herdu ji hev cuda ne. Ya yekemîn meclîs e, qanûnçêkirin e. Ya din serokomarî rêveberî ye. Hem qanûnçêkirinê hem jî rêveberiyê heman rojê li heman meclîsê kirin di esasê xwe de hewldana diyarkirina meclêsê nîşan dide. Ango kesê ku dibe namzetê serokomariyê ger ku demokrasiya navxweyî ya partiyê tunebe, 600 mirovên ku ew dixwaze dikare wekî nazet nîşan bide."
'PEYWIR Û RAYEYA MECLÎSÊ JI HOLÊ RADIKE'
Kaplan bal kişan li ser madeya "raye û peywirên meclîsê ji holê radike" û wiha got: "Ji ber ku peywira herî girîng a meclîsê kontrolkirina hikûmet û rêveberiyê ye. Ev jî di dema komîsyona butçeyê de di dema hevdîtinan de kontrolkirina butçeyê ye. Çi dike? Rayeya kontrolkirina vê radike. Ango berê Dîwana muhesebatê li ser navê meclîsê dikaribû kontrol bike. Li qadên ewlehiya leşkerî de rayeya dewletê hatibû rakirin. Niha jî li hemû wezaretan rayeya kontrolkirinê ji holê radike."
'GER KU KÊFA WÎ BIXWAZE DÊ MECLÎSÊ FESH BIKE'
Kaplan der barê madeyên têkîldarî rayeyên serokomar de got ku rayeyên serokomar gelekî tê berfirehkirin û wiha berdewam kir: "Dikare meclîsê fesh bike. 600 parlamenter li meclîsê disekine, serokomar kesek e, kesek 600 kesan yanî îradeya gel ger ku kêfa wî bixwaze dikare fesh bike." Kaplan destnîşan kir ku ya girîng li vir alîkarên serokomar û wezîr in û wiha goti. "Dê çen alîkarên wî hebin, li Amerîkaya ku sîstema serokdewletiyê heye û li welatên din ev jî diçin hilbijartinan. Li vin serokomar hildijbêre. Ango kê bixweza dê bike alîkarê xwe, hejmar û sînor diyar nîne. Wezîr diyar nînin. Di van mijaran de guhertina esasî ya tê kirin, sedema bingehîn a daxwaza wan wezîrên ku serokomar dê tayîn bike nikaribin bên cezakirin. Ango destnedayînê dide wan. Di qanûna bingehîn a 1982'yan de bi madeya 15'emîn ve ji bo generalan serokomar Kenan Evren destnedayîn hatibû dayîn. Guhertina ku tine jî guhertineke dişibe vê ye. Jixwe lêpirsînkirina serokomar tenê ji ber îxaneta li dijî welat e. Ji bo vê yekê jî herî kêm 410 parlamenter ku dema ev bibe 600 parlamenter hejmar dê bibe 500 divê hejmareke zêde ji bo lêpirsînê biryarê bidin. Hin tişt ji bo alîkar û wezîrên ku tayîn bike jî derbasdar be. Der barê wevzîrên ku nelirêtî kirin an jî sûc kirin de lêpirsîn nikare bê vekirin û dê neyê cezakirin."
'PEYWIRA SEROKOMAR NEDIYAR E'
Kaplan têkîldarî dema peywira serokomar jî got ku dema peywira serokomar nediyar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ango dikare 2 serdeman bê hilbijartin. 5+5. Serokomarê niha li ser peywir e û piştî hilbijartina 16'ê Nîsanê dema ku bibêje 'ez meclîsê fesh dikim, diçim hilbijartinê' wê demê serokomariya ku heta niha kiriye dê neyê hesibandin. Ango 5+5'eke nû. 10 salên nû, ji ber ku raye, peywir û hilbijartina serokomar hatiye diyarkirin dê ji bo xwe demeke zêdetir bike. Kaplan bal kişand li ser madeya têkîldarî Rêwşa Awerte (OHAL) jî. Kaplan der barê madeya OHAL'ê de jî wiha axivî: "OHAL êdî ji ber ku hikûmet tuneye û wezîrên ku ew tayîn bike dê hebin, meclîs nikare biryarê bigire. Êdî serokomar dê diyar bike. dê kesek diyar bike."
'BUROKRASIYÊ DÊ SEROKOMAR DIYAR BIKE'
Kaplan têkîldarî madeya 14'emîn a ku serokomar dê Lijneya Dozger û Dadgeran (HSYK) tayîn bike jî nêrînên xwe anî ziman û wiha got: "Jixwe Wezareta Dadê hebû, musteşar hebû. Niha dê 13 endaman temamî serokomar tayîn bike. Ev tê çi wateyî? Dê darazê bi xwe ve girê bide. Girêdana darazê bi xwe re dadgerên 'Cubeya Xac a Demê' ya dema Hîtler tîne bîra mirov. Ev guhertin ger ku derbas bibe peywirdarên payebilind dibêjin ku, bidawîkirina peywira van û jinû ve tayînkirina ve, hemû buroksariya jor a dewletê dê serokomar diyar bike û tayîn bike."
‘DÊ VENERTINA BUTÇEYÊ NEYÊ KRIN'
Kaplan, xala têkildarî butçeyê nirxand û anî ziman ku dê bi vê guhertinê venêrtina butçeyê neyê kirin û wiha got: "Bacan welatiyan ên didin çiqas rast û li gorî armancê tê xerçkirin ya na, dê neyê kontrolkirin. Karê bertîl, nelirêtî, hîle çiqas tê kirin ya na dê neyê lêpirsîn. Ev yek ji çavdêrî û kontrola meclîsê tê derxistin. Raste rast dê serokomar diya bike."
'SEROKOMAR DÊ BI BIRYARNAMEYAN TIRKIYE BI RÊVE BIBE'
Kaplan, da zanîn ku pêşnûmeya xala qanûna Torbe xistine xala 16'an û wiha axivî: "Hukmên demî hene. Dê hinekan bi lezgîn têxin meriyetê. Mesela dê xala tayînkirina dadger, dozger, tayînkirina Lijneya Bilind a Darazê dê bi lezgîn têxin meriyetê û dest bi tayînkirinê bikin. Hilbijartin dê di 2019’an de pêk bê. Lê her wext dikarin nû bikin. Ji bler ku êdî erk di destê Serokomar de ye. Ji ber ku Serokomar bêyî li benda meclîsê bisekine dikare bi biryarnameyê vê yekê pêk bîne. Êdî vîna meclîsê namîne. Vîna gel jî namîne û dê demokrasî û binpêkirina mafê azadiya vîna gel û meclîsê ji dest bê girtin. Li şûna benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an kêm bike, dê vê bendê bilintir bike. Mesela dema hilbijartina meclîsê hatiye. Lê mudaxaleyî Sûriyê kirin. Ketin El Babê . Dê şerê fîîlî bikin hincet û emrê meclîsê dîrêj bikin. Saziyên herî girîng ên Saziya Venêrtina Dewletê, Wezareta Parastinê, Serfermandariya Giştî, Fermandariya Hêzan, li şûna bi zagonên meclîsê bên rastkirin dê Serokomar bi biryarnameyan mudaxale bike."
‘BÊ TORA DI NAVA CIVAKÊ DE QUT BIBE'
Kaplan, destnîşan kir ku piştî venêrtina meclîsê ji dest hat girtin û destnedayîna wekîlan hat rakirin, canê wan çawa bixwazin û kengî bixwazin dikarin hemû eniya muxalif bê deng bikin. Dê bibe pergala du partîyî. Dê bi awayeki fîîlî daraz bi Serokomar ve bê grêdan. Dê hemû torên ku civakê bi hev girê dide ji holê bê rakirin."
'EV PERGAL DIŞIBE REJİMA BAAS'
Kaplan, bilêv kir ku her çend eniya "Erê" bêje erka Serokomar a meclîsê fesih bike tune ye jî ne wisa ye û wiha berdewam kir: "Ger ku Serokomar bixwaze çi ji devê wî derkeve ew dê pêk bê. Kengi bixwaze dikare meclisê fesih bike. Ev pergala dê bibe pergala yek zilamî û dê bişibe rejîma basê. Dê bişibe pergala dîktatoriyê. Li DYA wekî ku gelek erka Trump heye xuya dibe. Lê ne wisa ye. Li wir eyalet hene. Ji sedî 80 rêveberiyên eyaletan biryara karên hundir didin. Serokdewlet tenê biryara karên derve ewlehî û maliyê biryar dide. Ev jî ne tenê Trump kongre biryarê dide.
’DÊ BÊHNA TIRKIYE BIÇIKÎNIN'
Kaplan, daxuyand ku ger hêza venêrtina meclîsê ji destê wê bigirin, dê zagonçêkirinê jî bi xwe ve girê bide û bi vî rengî dê Serokomar hemû erka rêveberiyê û qanûn çêkirinê bi xwe ve grê bide.
Kaplan, da zanîn ku dê bi vî rengî bêhna Tirkiye ku 80 milyon nifûsa wê heye biçikîne. Dê eniya di nava civakê de milê nijadperestî zêde bibe. Niha Tirkiye di nava qeyrana aboriyê de ye. Pereyên Tirk qîmet winda dikin. Deynê derve zêde dibin. Li pêşiya Tirkiye felaketek mezin heye. Berî her titî divê civak û baweriyên tirk, ereb, kurd, çerkez, arnavut û kêmarên din ên li Tirkiye divê xwedî mafê welatiya wekhev bin. Ger ku di vê referandumê de "erê bi ser bikeve dê nijadperestî xurt bibe.
Lê em dibêjin "Erê" jî û "Na" jî derkeve em ne bi van qanûnên nû û ne jî bi Qanûna Bingehîn a Darbeya 12'ê Îlonê qayil in. Em li dijî van Qanûnên Bingehîn dixwazin qanûna welatiyên wekhev û serdestiya hiqûq û demokrasiyê dixwazin. Em dixwazin hêza venêrtinê di destê civakê û meclîsê de be.
'DI NA DE XÊR HEYE'
Kaplan, herî dawî daxuyand ku di "Na" de xêr heye û ev xêr ji bo hemû gel û baweriyan e. Kaplan, diyar kir ku ger "Na" derkeve dê Tirkiye bêhnekê bistîne û karibe gavên nû yên demokratîk bavêje.