STENBOL - "Oy ve Otesî", ji bo referandma roja Yekşemê ji hemû hilbijêran xwest ku, wêneyên girtenameyên hijmartina dengan ên ku piştî dengdayînê bi deriyan tên daliqanin bikşînin û bi riya sepandina T3'yan ji wan re bişînin.
"Oy ve Otesî" ya di dema hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de ji bo ewlehiya sindoqan bi awayekî dildar xebitî, ji bo referandûma 16'ê Nîsanê jî bang li her kesî kir da xwedî li sindoqan derkevin.
"Oy ve Otesî" yên wek muşahidên dildar serî li wan didin, wan ber bi partiyên siyasî ve dişînin. Niha jî bo encamên hilbijartinê berawirdî yên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bikin, hewl didin bi Pergala Teyîtê ya Girtenameyan a Tirkiyeyê (T3) yan re tevbigerin.
Ji "Oy ve Otesî" Gozde Soytur, anî ziman ku ew li bendê ne ku hemû hilbijrê piştî karên dengdayînê wêneyên girtenameyên hiljartina dengên sindoqan ên li deriyan tên daliqandin bikşînin û bi riya sepandina T3'yan ji wan re bişînin.
‘PIŞTÎ HIJMARTINÊ WÊNEYÊN GIRTENAMEYAN BIKŞÎNIN'
Soyturk, têkildarî sepandina T3'yan wiha got: "Heke tu deng bi kar tînî, di warê qanûnî de mafê te heye ku tu girtenameya sindoqan bibînî. Piştî hilbijartinê dê girtename li deriyan bên daliqanin û em li bendê ne ku tu wêneyên girtenameyan bikşînî û bi riya sepandina T3'yan ji me re bişînî. Wan girtenameyên ku bên, dê bi daneyên partiyên siyasî re bên berawirdkirin. Heke cudahî hebe yan jî tune be, dê ev rapor bi partiyên siyasî re bê parvekirin. Paşê herî dereneg em ê di nava 12 saetan de ragihînin raya giştî."
‘SÊRT Û DERSIM APLÎKASYON DANEXISTINE'
Soyturk, anî ziman wek 'Oy ve Otesi'yê hemû hewldana wan ew e ku encam rast derkevin û wiha axivî: "Qanûn, sepandin û pîvanên ku dê roja hilbijartinê bên sepandin ne ew qanûn û pîvanên ku em bikaribin mudaxileyî wan bikin. Ji bo vê xebateke me tune ye. Tu carî jî nebû. Lê armanca vê aplîkasyonê; li her derên Tirkiyeyê berjevkirina daneyan e. Ji bo hemû Tirkiyeyê vekiriye. Heta niha tenê li Dersim û Sêrtê nehatiye daxistin. Heke em karibin wan deran jî daxil bikin, ewçax em ê karibin ji her derên Tirkiyeyê girtenameyan berhev bikin."
‘XWEDÎ LI DENGÊ XWE DERKEVE'
Soyturk balê kişand ser girîngiya referandûmê û wiha bang kir: "Deng bide, xwedî li dengê xwe derkeve. Bila tenê hewldana te ne ji bo dnegbikaranînê be. Bişopîne, muşahidiyê bike. Herî dawî jî encamên xwe bişopîne. Ji bo em fêm bikin ka di navbera encamên hatien daxuyandin û yên di dest me de cudahiyeke heye yan tune ye, girtenameyan ji bo me bişîne. Û em hemû bi hev re van daneyan bişopînin."
Soyturk, bi bîr xist ku piştî sindoq bên vekirin dema îtirazê 48 saet e û wiha got: "Di nav 48 saetan çi qas zû encam bigihîjin destê me em ê ewqas zû bikaribin bikin rapor. Di nava 48 saetan de hûn dikarin wêneyên wan girtenameyan jî ji me re bişînin."
Soyturk, da zanîn ku ji bo aplîkasyonê tomarkirin ne hewce ye û belaş e û wiha got: "Em bang li her kesî dikin da bibin muşahid."
SEPANDINA ‘T3 TUTANAK GÖNDER’ ÇAWA DIXEBITE?
Hûn dikarin sepandina mobîlî ya “T3 Tutanak Gönder” ji mexazeyên me yên sepandina IOS
Androîdê bêyî bedêl daxînin. Her kesê ku ev sepandin daxist, di ser vê sepandinê re dikar roja 16'ê Nîsanê wêneyên girtenameyên bi îmzeya şil û mohrkirî bikşîne û bişîne T3'yan.
Her kes dikare agahiyên der barê pergala T3 û Sepandina Mobîlî ya 'Oy ve Otesi, ji vir kar wergire:
http://oyveotesi.org/t3/
Ji bo daxistina sepandina 'T3 Tutanak Gönder':
Telefonên Android:
https://play.google.com/store/apps/details?id=com.oyveotesi
iPhone û iPad:
https://itunes.apple.com/tr/app/t3-tutanak/id1222756158?mt=8