Ji Cizîrê heta Sûrê, ji Silopiyayê heta Nisêbînê: Heke em xwedî li dengên xwe dernekevin em tim bimirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji referandûmê re rojek me. Li Cizîr, Sûr, Silopiya û Nisêbînê yên ku di dema nêvenga pevçûnî de hatin rûxandin û gelek kes hatin kuştin, welatiyan ji bo referandûmê gotinên xwe yên dawîn gotin.

Ji referandûma 16'ê Nîsanê re rojek ma. Li bajarên wek Cizîr, Sûr, Silopî û Nîsêbînê ku di salên dawîn de gelek caran qedexe li wan hatin îlankirin û di dema van qedexeyan de gelek avahî hatin rûxandin û şewitandin û gelek sivîl hatin qetilkirin, welatiyan ji bo referandûmê gotinên xwe yên dawî gotin. Malbatên ku di dema nêvenga pevçûnî de li van bajarn xizmên xwe windakirin, bang li her kesî kirin da biçin ser sindoqan û xwestin, her kes dengê "Na"yê bi kar bîne.

‘GUNDÊ ME ŞEWITANDIN, BAJARÊN ME RÛXANDIN'

Behiye Nayir, dayika Pakize Nayir a ku di 5'ê Çileya 2016'an de li Silopiyaya Şirnexê tevî Sêvê Demir û Fatma Uyarê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, anî ziman ku AK Partî ji bilî "Ye netewe, yek dewlet, yeke ala û yek ziman" tiştekî weadî gelê kurd nekiriye. Dayik Behiye Nayir a ku got "Berê gundê me şewitandin, niha jî bajarên rûxandin" ji bo referandûma wiha bang li her kesî kir: "Ma em ê çawe ji vê ferasetê re bibêjin 'Erê'? Wek gel em ê ji vê zilmê, ji vê neheqiyê û ji vê bêedaletiyê re bibêjin 'Na'. Gelê me yê ku dê biçe ser sindoqan divê kuştina Pakîzeyê û komkujiyên hatin kirin bifikire."

Nayir, anî ziman bi tu awayî vegotina Serokomar Erdogan a "Birayên min ên kurd" ne vegotineke ji dil e û wiha got: "Piştî ku Erdogan biçe, dê dîsa kurd li ser vê xakê bin. Heke em bira bûnan, em ê wekhev bûnan. Çand û zimanê me nayê qebûlkirin. Di 15 salên îktîdara xwe de ji bilî qetilkirinê, ji bilî kuştin û binpêkirina mafan tiştek jî nekirin."

‘CENAZEYÊ DAYIKA TAYBET 7 ROJAN LI NAV KUÇEYA MA, JI BER VÊ 'NA''

Halit Înan, hevjînê Taybet Înan a ku di dema qedexeya derketina derve ya Silopiyayê de ku ji aliyê polîsan ve hat kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li nav kuçeyê ma, bang li her kesî kir da biçin ser sindoqan û dengê "Na"yê bi kar bînin û wiha got: "Cenzayê hevjîna min 7 rojan li nav kuçeyê hat hiştin. Ma em ê çawa ji vê barbariyê re bibêjin 'Erê'? Hîn jî cenazeyên zarokên me di bin enqazan de ne. Em ê ji vana hemûyan re bibêjin 'Na'. Heke di vê hilbijartinê de Erdogan bi ser keve, dê hîn bêtir mirin û rûxandin çêbibin. Me di demên berê de ev dîtin. Divê gelê kurd destûra vê nede."

‘JÊRZEMÎN LI BER ÇAVÊN ME NE'

Ayşe Erbek, dayika Muharrem Erbek ê 17 salî yê ku di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de li jêrzemîna avahiyekê de hat şewitandin û kuştin, diyar kir ku divê pêkanînên li Cizîrê neyên jibîrkirin û wha bang kir: "Em di cihê ku jêrzemîn lê ne re derbas dibin û her tişt tê ber çavên me. Tim ew bedenên şewitandî yên zarokên me tên ber çavên me. Dayikên din jî zarokên xwe ji bîr nekirine. Ez hem bang li gelê Cizîrê hem jî bang li gelê kurd dikim; bila destê xwe deynin ser wijdanê xwe û li ser sindoqan bibêjin 'Na'."

‘ME JI BÎR NEKIRYE'

Hemşi Çagli, dayika Osman Çagli yê di dema qedexeya li Cizîrê de bi guleya polîsan hat kuştin, bang li gel kir da biçe ser sindoqan û wiha got: "Me êş û zilm ji bîr nekirine. Em tu carî jî ji bîr nekin. Ji xwe mirovên bi şeref tu carî ji bîr nakin. Bila gelê me biçe ser sindoqan, dengê 'Na'yê bi kar bîne û xwedî li sindoqên xwe derkevin. Evqas mirovên me li zindanan di greva birçîbûnê de ne, divê em bibêjin 'Na'."

‘HEKE EM XWEDÎ LI DENGÊN XWE DERNEKEVIN, EM Ê TIM BIMIRIN'

Zakiye Orak, hevjîna Medeni Orak ê ku di dema qedexeya Nisêbînê de hat kuştin, rûxandina li navçeyê bi bîr xist û wiha got: "Bi rojan cenazeyên me di bin axê de man, bi rojan me nikaribû wan bigire, em hatin koçberkirin, malên me hatin rûxandin, malbatên me belav bûn. Ji ber vê em dibêjin 'Na'. Heke em nebin yek û dengê xwe bi kar neyînin, em ê tim bimirin." Orak, bang li hemû nisêbiniyên ku bi darê zorê hatin koçberkirin, da dengê xwe bi kar bînin.

‘DÊ SIBÊ HEMÛ KESÊN DIBÊJIN 'ERÊ' BIÇIN'

Suphiye Şaşmaz, dayika Mehmet Şirin Şaşmaz ê di dema qedexeya derketina li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da, ji bo çûyîna ser sindoqan wiha bang li her kesî kir: "Ma ji bo ez ji Erdogan re bibêjim 'Erê' min kurê xwe winda kir? Di vê riyê de ez çi winda bikim jî ez ê nebêjim 'Erê'. Bila her kes xwedî li dengê xwe derkeve. Her dengeke perçeyeke xaka me ya hatiye dabeşkirin bi xwe ye. Yê ku xwedî şeref be, li kuderê cîhanê dibe bila be dê ji bo dengê xwe bê. Ji bo windahiyê me divê her kes xwedî li dengê xwe derkeve. Îro zarokên me şehîd bûn, dê sibê yên kesên ji Erdogan re dibên 'Erê' biçin."

Fikri Ay, dest nîşan kir ku divê gelê kurd guhê xwe bide Sûrê û xwedî lê derkeve û got, dê roja referandûm gelê Sûrê biçe ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkeve. Ay, anî ziman ku dê gelê kurd li ser sindoqê gotina xw eya dawîn bibêje û wêneyên ku piştî rûxandina Sûrê derketin holê bi bîr xist. Ay, balê kişand ser texrîbkirina avahiyên dîrokî yên li Sûrê û wiha got: "Ji bo 'Na'yê gelek sedemên me hene. Sedema herî girîng ew e ku, piştî êrîşên tag û topan domandina rûxandina Sûrê ye. Ne tenê ji bo Sûrê, em ê ji bo Nisêbîn, Cizîr, Gever, Şirnex û Hezexê jî bibêjin 'Na'. Em ê ji bo pêşeroja xwe bibêjin 'Na'."

‘SÛR SERÎ NATEWÎNE'

Riza Kaplan, anî ziman ku gelê kurd li hemberî pêkanînên 2 salên dawîn serî netewandiye û wiha axivî: "Dê kî li hemberî vê zilma li Sûrê bibêje 'Erê'. Mirovên ku bi qasî serê derziyê jî rûmeta wî hebe dê bibêje 'Na'. Zêdeyî salekê ye ku li 4 taxan qedexe didome û em nizanin ku li wan deran çi diqewime. Sûr serî natewîne, dê Sûr bibêje 'Na'. Ji bo 'Na'yê bi hezaran sedemên me hene. Niha gel bêdeng e. Dema 3 mirov tên gel hev polîs bi gaz û copan êrîşî wan dikin. Gelek dewletên cîhanê zilm li gel kirin, îro jî li Tirkiyeyê zilm heye. Gotin dê bi zilmê re gelê kurd serî bitewîne, lê xwe xapandin. Gelê kurd serî natewîne."

‘EV DER SÛR E; JI GENERALÊ PAYEBILIND RE WISA BIBÊJIN'

"Ev der Sûr e/ Ji generalê payebilind re wisa bibêjin; Li vî bajarî serî nayên tewandin/ Divê her hesab li gor vî bajarî were kirin/ Li vî bajarî her car du car nakin çar/Yên zanin, bila ji nezanan re wisa bibêjin/Ev der Sûr e/ Bila zanibin ku ava vî bajarî şor e' Kaplan ê ku bi vê çarînê bang li gelê kurd kir wiha got: "Bila tu kes nebêje bi dengê min tiştek naguhere. Divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Bawer dikim ku dê 'Na' bi ser keve."