Ji Serokê ÎHD'ê banga ji bo greva birçîbûnê: Berî bi derengî keve...

ÊLIH - Serokê Şaxa ÎHD'a Êlihê Mehmet Bagtir, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan hatin destpêkirin banga hestiyariyê kir. Bagtir, diyar kir ku divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û wiha hikûmetê hişyar kir: "Berê pir bi derengî bikeve..."

Greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi daxwaza "azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dawîlêanîna binpêkirinên li girtîhehan" hat destpêkirin di roja 60'emîn de ye. Serokê Şaxa ÎHD'a Êlihê Mehmet Bagtir, balê kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan banga hestiyariyê li raya giştî kir.

‘DIVÊ DEMILDEST DAXWAZÊN WAN BÊN QEBÛLKIRIN'

Bagatir, dest nîşan kir ku rewşa tenduristiyê ya girtiyên di grevê de ber bi nebaşiyê ve diçe û got, divê demildest daxwazên wan bên qebûlkirin. Bagatir wih axivî: "Greva birçîbûnê di roja 60'emîn de ye. Di warê rewşa tenduristiyî ya girtiyan de şik û gumanên me hene. Li gel vê agahiyên ku dê grevên birçîbûnê xesareke cidî bidin tenduristiya girtiyan tên guhên me. Ji ber vê divê demildest, daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û di vî warî de raya giştî bi hestiyarî tevbigere."

Bagatir, anî ziman ku çalakiyên grevên birçîbûnê li dijî binpêkirinên mafan ên girtîgehan hatine destpêkirin. Bagtir, dest nîşan kir ku mafên qanûnî yên girtiyan bi pêvajoya OHAL'ê re hatine astengkirin û wiha got: "Derhuqûqî û binpêkirinên mafan bi OHAL'ê dest pê kirin di zindanan de xwe dan der. Li dijî vana girtî bi çalakiyên greva birçîbûnê ku mafê wan ê herî xwezayî ye bertek nîşan didin. Divê daxwazên girtiyan ên sereke ji aliyê rêveberiyên girtîgehan bi cih bên. Daxwaza wan a din jî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hevdîtina malbatan a pê re û bi girtiyên din re ye."

‘BERÎ PIR BI DERENGÎ BIKEVE...'

Bagatir, anî ziman ku ew ê wek parêzvanên amfên mirovan ji bo grevên birçîbûnê bi hestiyarî tevbigerin û wiha banga hestiyariyê li raya giştî kir: "Wek ÎHD'ê, ji bo li girtîgehan encamên nebaş xwe nedin der me daxwazên me yên bi gerînendetiyên girtîgehan re çêbû û ev daxwaza me hat qebûlkirin. Hêvîdar im ku berî pir derengî bike, em ê di hevdîtinan de encamên erênî wergirin."