MANÎSA - Jinên kurd ên herî zêde dibin hedefa polîtîkayên şerî, anîn ziman ku ew ê roja Yekşemê li ser sindoqan bersivê bidin. Dayika Sêvê Demîr Sakine Demîr xwest dema hilbijêr çûn ser sindoqan Sûr, Cizîr û Sîlopya bibîr bînin.
Li Manîsayê, jinên kur dest nîşan kirin ku, ew ê li dihjî hemû komkujiyên jinan ên di serdema AK Partiyê de çêbûn û polîtîkayên şerî, bibêjin "Na".
‘HEZAR CARÎ 'NA''
Fatma Guneş, balê kişand ser çewisandinên li ser HDP'ê û wiha got: "Ez ê ji kesên ku goristanan bombebaran dikin, hevserokên me yên giştî Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdagê, hevşaredarên me girtin, zilmê li kurdan dikin û ji bo Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Geverê bibêjim 'Na'. Hezar carî dibêjim 'Na'. Ji ber xwişkek min hevserokatiya navçeyê dikir hat girtin. Xwişkek min ji bo îdealên xwe mir û 2 birayên min sirgûnê Ewropayê bûn. Ji bo vê dibêjim 'Na'. Ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dibêjim 'Na'."
'JI BO ZIMANÊ ME YÊ HATIYE QEDEXEKIRIN 'NA''
Şukruye Kizildag jî wiha got: "Beriya her tiştî ez ji dîktatoriyê re dibêjim 'Na'. Ji yekzilamiyê re 'Na'. Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan 'Na'. Ji ber zarokên me kuştin 'Na'. Ji ber siyasetmedar girtin 'Na'. Ji ber qedexekirina zimanê me 'Na'."
'LI DIJÎ YEKPARÊZIYÊ ME'
Fatma Elalmiş jî anî ziman ku, polîtîkayên Erdogan ên yekparêziyê nayênq ebûlkirin û wiha got: "Ez li dijî yek zimanî, yekesî û hemû yekparêziyan dibêjim 'Na'. Ez kurd im û dixwazim bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxivim. Ji ber vê her tim li dijî yekparêziyê me û dibêjim 'Na'."
'KURDÊN DIBÊJIN 'ERÊ' ÎXANETÊ DIKIN'
Meryem Temel jî dest nîşan kir ku, li gel evqas mirinan kurdên dibêjin "Erê" îxanetê li xwe dikin û wiha axivî: "Divê di referandûmê de 'Na'yek hêzdar derkeve. Çimkî li dijî çewisandinên ku pergal li me ferz dike û qetilkirinên li Sûrê divê em bêjin 'Na'. Dê ev 'Na' ji bo pêşeroja Tirkiyeyê, ji bo pêşeroja gelê kurd be. Kurdên dibêjin 'Erê', komkujiyên li ser kurdan rewa dikin. Ji ber vê divê em hemû bibêjin 'Na'. Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê û zarokên me 'Na, Na, Na'."
'DIVÊ LI SER SINDOQAN CIZÎR, SÛR Û NISÊBÎN NEYÊN JIBÎRKIRIN'
Sakine Demir, dayika siyasetmedar Sêvê Demir a li hat qetilkirin, jî anî ziman ku divê li ser sindoqan Cizîr, Sûr û Nisêbîn neyên jibîrkirin. Demir wiha axivî: "Silav ji bo hemû mirovên me tên ku li kuçe û kolanana, li girtîgehan li ber xwe didin. Li girtîgehan bi dehan girtî ji ber mafên wan û jiyana wan hatine xespkirin di grevên birçîbûnê de ne. Bêdengiya li hemberî vê mirin e. Divê her kes dev ji vê bêdengiyê berde. Îro dem dema hebûn û tunebûnê ye. Divê em li dijî yek ziman, yek ala û yek îktîdarê bibêjin 'Na'. Êdî bes e, ma dê ev zilm heta kuderê bidome. Em dibêjin êdî bes e û êdî vê zilmê qebûl nakin. Sindoq ji bo pêşeroja me cihê biryardayînê ne. Ji ber vê divê her kes biçe ser sindoqan û dengên xwe bi ka rbîne. Di dema dnegdayînê de divê kes Cizîr, Nisêbîn, Silopiyayê, Geverê û Sûrê ji bîr neke. Em bawer dikin dê aştî bê vî welatî. Ji bo aştiyê divê em bibin yek. Dem dema yekîtiyê ye."
'KURD DIBÊJIN ÊDÎ BES E'
Yazya Guler jî wiha got: "Ji bo azadiya kurdan em dibêjin 'Na'. Kurdên xwedî namûs û şeref dê bibêjin 'Na'. Li dijî rejîma Erdogan 'Na'. Em naxwazin rejîma yekzilamî bê vî welatî. Ji bo xespkirina mafên kurdan serî li her cure rê û rêbazê didin. Lê dê kurd qethiyen destûra vê nedin û dibêjin êdî bes e."
'JI BO HEVALÊN ME YÊN GIRTÎ 'NA''
Zulfînaz Firat jî balê kişand ser girtina 105 siyasetmedarên li Manîsayê hatin girtin û got, girtina van siyasetmdearan ji bo "Na"yê bi tena serê xwe sedem e. Firat balê kişand ser grevên birçîbûnê jî û wiha got: "Ji bo hevalên me yên li girtîgehan di gerva birçîbûnê de ne 'Na'."
Naile Gumuştaş jî wiha axivî: "Ji bo azadiya jinan, ji bo azadiya gelên bindest, ji bo dawîlêanîna kuştina jinan em dibêjin 'Na'. Li dijî mirin û kuştinan em dibêjin 'Na'."