REQA– Şervanên QSD`ê ji milê rojhilat û rojava ve ketin taxên destpêkê yên bajarê Tebqayê.
Di çarçoveya "Operasyona Xezeba Firatê" de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi şev saet di 00.00'an de ji milê rojhilat û rojava gihîştin taxên destpêke yên bajarê Tebqayê. Hate hînbûn ku di şer de şervanên QSD'ê darbeyên giran li DAIŞ'ê xistine, gelek DAIŞ'î hatine kuştin. Her wiha di şerê navbera şervanên QSD'ê û DAIŞ'ê de 2 şervanên QSD'ê birîndar bûne.
Her wiha li aliyê gundê Ayid Saxîra yê rojavayêy bajêr sivîlek di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest da.
Hate hînbûn ku li nava bajar şer berdewam dike.