AMED - Malbatên ku li Amedê ji bo piştgiriya girtiyên ku di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne 6 roj in greva birçîbûnê dane destpêkirin têkîldarî referandumê ku dê sibehê pêk bê pêyama "Bêdengî erêkirina mirinan e. Lê em ê ji mirinan re bêjin Na" dan.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyên siyasî di 60 roj li pey xwe hişt û bi hemû birdariya xwe didome. Ji bo piştevaniya çalakiya girtiyên siyasî li Îzmir, Stenbol, Amed, Wan û Enqere jî malbat dest bi çalakiya dorveger û bêdem kirine. Çalakiya greva birçîbûnê ya xizmên girtiyên siyasî û nûneren saziyên sivîl û demokratîk li Amedê di roja 6’an de berdewam dike. Çalakiya malbatan ji bo 2 rojan dorveger berdewam dike. Her komek 2 rojan dikevin çalakiye û dewrî koma pişt xwe dikin. Koma sêyemîn çalakiyê didomîne. Çalakiya ku li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina DBP’a Amedê didome, rastî eleqeyek mezin a welatiyan tê û li seranserî rojê ziyaret pêk tên.
Çalakiya ku di bin pankarta “Bêdengî erêkirina mirinan e, em ê bêdeng neminin!” didome, moral û kelecana dayikên girtiyan hêjayî dîtinê ye. Her wiha çalakvan destnîşan dikin ku ew ê sibê biçin ser sindoqan û mohra xwe li “Na” yê bidin. Malbatên girtiyan li dijî pêkanînên dijwar û xedar ên li ser zarokên wan û girtiyan pêk tê jî bi bertek in û nerazîbûnên xwe nîşan didin. Malbat destnîşan dikin ku ew ê li dijî erêkirina mirinan di referandûmê de bêjin “Na.”
Çalakî sibê dê dewrî komek din bê kirin.