Li Geverê hemû serokên sandoqan AKP'î ne

COLEMÊRG - Li Geverê 212 sandoqên ku dê sibehê bên danîn serokên hemûyan jî endamên AKP'ê ne, Hevserokê Geverê yê HDP'ê Bahattîn Keremoglu banga "em sandoqan biparêzin" li colemêrgiyan kir.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî ku di 13'ê Adara 2016'an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û 79 rojan berdewam kir taxên Cumhuriyet, Gungor, Mexsudavayê bi temamî hatin xirakirin, sandoqên li van taxan jî veguhastin taxên din. Sibehê li tevahiya bajar ji bo referandumê 212 sandoq bên danîn û hemû serokên sandoqan endamên AKP'ê ne.

Hevserokê Geverê yê HDP'ê Bahattîn Keremoglu bang li welatiyên Geverê kir û diyar kir ew wekî navçeyekî hatiye xirakirin diçin hilbijartinê û wiha axivî: "Geveriyên ku bi êrîşeke mezin re rû bi rû man mecbûr man biçin bajar û navçeyên derûdorê. Dengên geveriyên ku li van deran bi cih bûne hatiye keyatiyên taxê. Me xwe gihand piraniya wan, yên ku mecbûr mane li van deran bi cih bibin dê Bên Geverê û dengê xwe bavêjin."

HEMÛ SEROKÊN SANDOQAN AKP'Î NE

Keremoglu da zanîn ku li navçeyê û gundan bi temamî dê 212 sandoq bên danîn, hemû serokên sandoqan ji AKP'ê hatine diyarkirin wan wekî partî li her sandoqê kesek peywirdar kirine.

SANDOQ EMANETÎ GEL E

Keremoglu bilêv kir ku li navçeyê eleqyeke mezin ji bo referandumê heye û li navçeya ku 59 hezar û 341 hilbijêr hene û yên li devreyî navçeyê de ne jî têkîliyên wan heye. Kerekmoglu diwa got: "Xwedîderketina sandoqan heye. Li her sandoqê hevalekî me heye. Hevalên me hatin perwerdekirin jî. Ji bo ewlehiya dengên li gundan jî ev bêhtir emanetî gel e. DEma ku li wan deran neheqiyek bê kirin dê têkîlî bê danîn û em ê ekîb bişînin wê derê."

Keremoglu diyar kir ku ew ji bedr ewlehiya sandoqan bi fikar in û wiha axivî: "Piştî ku dema dengavêtinê bi dawî bû deng biçin destê dewletê bi bikaranîne OHAL'ê jî dibe ku binpêkirin hebe. Em ê li dijî vê yekê tedbîrên xwe bigirin. Em ê li cihên ku deng bên veguhestin veneqetin."