Dozger bi destûra wezîr li 6 rojnamegeran doz vekir

STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi destîra Wezareta Dadê li ji ber nûçeyên hatine çêkirin 6 rojnamegeran ji xala 301'an doz vekir.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi destûra Wezareta Dadê bi sedema nûçeyên hatine çêkirin li 6 rojnamegeran ji xala 301'an doz vekir. Serdozgeriyê bi îdîaya “Hikûmet û komara Tirkiye kêm xistine" û “Dewleta Komara Tirkiye, leşker û teşkîlata polîsan kêm xistine" doz vekir. Dozgeriyê piştî îdîaname amade kir şand ji 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê re. Dozgeriyê der barê rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) ku bi KHK'ê hat girtin, Selman Keleş, Ozgur Paksoy, Kenan Kirkaya û Aziz Oruç û Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi Îshak Yasul û Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameyê Ersin Çaksu doz vekir. Dozgeriyê nûçeyên di demên cuda de di rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi de hatine weşandin hincet û delîl nîşan dan.

Dozger bêtir nûçeyên li Rojava û bajarên herêmê hilbijartine û di van nûçeyan de tenê cîgirtina navê AKP û Erdogan wekî delîl nîşan daye.