MUŞ - Qeymeqamê Kopê Hasi Arslan Uzun wekî qeyûm tayînî şaredariya Bajaroka Rustemgedîk a navçeya Kopê ya BDP'î kirin.
Li bajaroka Rustem Gedîk a Navçeya Kopê ya Mûşê, Qeymeqamê Kopê Hasi Arslan Uzun wekî qeyûm tayîn kirin. Hevşaredarê Rustemgedikê Abdullah Aydin, ku bi îdîaya “propaganda rêxistinî" dihat darizandin, demek berê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatibû girtin.
Qeymeqam Uzan ku wekî qeyûm hat şûna Aydin, di bin dorpêça polîsên bi çek de hat avahiya şaredariyê.