MÛŞ - Li Mûşê ji ber barana 2 rojin zêde dibare lehî rabû. Piştî lehî rabû 40 mal dibin avê de man û rêya gundan hat girtin.
Li Mûşê 2 rojin bê navber baran dibare. Ji ber barana zêde lehî rabû û xanî di bin avê de man. Rê hatin girtin û 40 xanî di bin avê de man. Li gundê Ilica yê navendî ji ber barana zêde 3 ji ber baranê xera bûn.
Ji ber kes di xaniyan de tune bû tişt bi kesî nehat. Ji ber lehiyê rêya gund xera bû ragihandina di navbera gund û bajar de hat girtin. Piştî lehiyê yekîneyên Afetê çûn gund û lêkolîn kirin.
MAL DI BIN AVÊ DE MAN
Li gorî daxuyaniya walîtiya Mûşê li gundê Alagun 15 mal, li gundê Guzeltepe yê Kopê 4 mal di bin avê de man. Pirê li gundên Agilli û Înardi yên giredayî navendê xera bûn. Li gundê Umurca 11 mal û li taxên Kultur û Sunay ên navenda Mûşê 3 mal, li gundê Ilıca 5 mal bi giştî 40 mal di bin avê de man.
Li gundê Akçaarmutê jî zarokek di bin xirbeyan de ma û hat rizgarkirin.