ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku roja wan rapora ÎHD'ê ya 2016'an ku 594 kes bê daraz hatin kuştin aşkere kir, li Gaziyê 2 ciwan hatin kuştin û wiha got: "Ji ber polîtîkayên necakirinê înfaz didomin û zêde dibin. Zagona berê Raweste piştre Lêbide kirin 'Zagona Berê Lêbide piştre Raweste'. Bi vê zagonê erka ku polîs bikujin kirin mijarek asayî û rewa."
Di 14'ê Nîsanê roja ku Navenda Giştî ya ÎHD'ê rapora binpêkirinên mafên mirovan aşkere kir û bîlançoya înfazan bi raya giştî re parve kir li taxa Gazî ya Stenbolê 2 ciwan ji aliyê polîsan ve bi hinceta "Li guhdariya Raweste guhdar nekirine" hatin kuştin. ÎHD'ê di raporê de diyar kir ku di sala 2016'an de 594 kes bi awayekî bê daraz hatin înfazkirin. Têkildarî înfaza 2 ciwanên li Gazî Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bertekên xwe anî ziman. Turkdogan, anî ziman ku li Tirkiye sedema necazkirinan politîkaya îktîdarê ya necazakirinê ye. Turkdogan anî ziman ku di sala 2015'an de bi zagona "Pakêta Ewlehiya Navxweşî" erka bikaranîna çekan a polîsan zêde kirine û polîs bêtir dikarin çekan bikar bînin û wiha got: "Zagona berê Raweste piştre Lêbide kirin 'Zagona Berê Lêbide piştre Raweste". Bi vê zagonê erka ku polîs bikujin kirin mijarek asayî û rewa."
Turkdogan, ani ziman ku cihê vê kuştinê û înfaza bê daraz di hiqûqa navneteweyî de cihê wê tune Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiye mahkum kiriye.
Turkdogan, xwest ji bo kuştina 2 ciwanan darizandin û lêpirsînek çalak û fireh bê destpêkirin.