AMED - Mîtînga fînala 'Na'yê ku di pêşengiya HDP’ê de li Amedê pêk tê, tevî di bin baranê de bi coşek mezin dest pê kir. Bi sed hezaran Amedî li Qada 5'ê Hezîranê gihiştin hev.
Mîtînga fînala 'Na'yê ku di pêşengiya HDP'ê de li Qada 5'ê Hezîranê (Îstasyon) tê lidarxistin, tevî ku baran dibare bi coşek mezin dest pê kir. Bi sed hezaran Amedî ji çar aliyên taxên Amedê herikîn qada mîtîngê. Rêxistina HDP'ê ku di 2'ê Adarê de starta xebatên referandumê da destpêkirin, bi mîtînfa fînalê ya li qada 5'ê Hezîranê (İstasyon) ya Amedê bi daw dike. Mîtînga fînala "Na"yê bi tevlêbûna sed hezaran kesan di bin baranê de dest pê kir. Mîtingê bi rêzgirtin û axaftinan dest pê kir. Berî mîtîng dest pê bike, bi hezaran welatî li qadê kom bûn û bi alên “Hayır” û “Na” yên kesk, sor û zer qad xemilandin. Herîkîna qada mîtîngê ji milên Rezan, Ofis û Balıkçılarbaşi ve kom bi kom berdewam dike. Gel bi cil û bergên xwe yên rengîn û bi alên di destê xwe de kom bi kom û bi sloganan dimeşin qada mîtîngê. Girse piştî di nokteyên kontrolê yên polîsan re derbas dibe derbasî qada mîtîngê dibin. Li qada mîtîngê pankarta mezin a "Hayir” "Na" hatiye vekirin.
Dîsa li qadê pankartên mezin ên “Ma tenê Serokê partiyekê nûnertiya hemû civakan dike?" “Meclîsa girêdayî dibe ma?" û “Daraza girêdayî dibe ma?" "Ev welat bi fermana tê bi rêvebirin?” vekirin.
Ciwanan berî mîting dest pê bike qada mîtinge tije kirin û li qadê li ber muzîkê govend gerandin. Bi hezaran kesên li qada mîtîngê kom bûn bê navber siloganên “Bijî berxwedana zindana”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e" û “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Herîkîna hezaran a qada 5'ê Hezîranê berdewam dike. Girsê dîsa li dijî êrîşa DAÎŞ'ê ku di 5'ê Hezirana 2015'an de li dijî mîtînga HDP’ê pêk anîbû siloganên “Qatil DAİŞ, hevkar AKP” berz kirin.
Piştî polîsan deriyê mizgefta Sumerê girt, welatiyan li ser alên “Hayir” û “Na” nimêja nîvro kirin. Piştî bertek zêde bûn polîsan deriyê mizgeftê vekirin.
Di mîtingê de Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir û Serokwekila Meclisa Tirkiye Pervin Buldan dê axaftin bikin û hunermend Suavi û Azad Bedran dê derkevin ser dikê.