Azadiya girtiyên nexweş Tanriverdî û Sevmîş xwestin

STENBOL / ÎZMÎR - Li Îzmîr ê Stenbolê di çalakiyên ku ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de azadiya girtiyên nexweş Alî Tanriverdî û Giyasettîn Sevmîş hate xwestin.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan cara 264'emîn çalakiya Tîpa F li Qada Galatasarê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin û pankartên "Tecrîd dikuje bila girtêgehên tîpên F bên girtin" "Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyankirin" "Bila Alî Tanriverdî bê berdan" hatin vekirin.

Di çalakiya vê hefteyê de parazvanên mafên mirovan bal kişandin li ser rewşa girtiyê nexweş ê bi navê Alî Tanriverdî. Metna vê hefteyê jî ji aliyê Taylan Bekîn ve hate xwendin. Bekîn diyar kir ku TAnriverdî di 12'ê kanûna 2016'an de bi awayekî bêhiqûqî hatiye binçavkirin û girtin û birine Girtîgeha Tîpa M a Karamanê. Bekîn got ku Tanriverdî mamosteyekî teqawît ê 71 salî ye di name ku şandiye de qala binpêkirinên ku rû bi rû maye dike û gotiye dermanên wî nadin.

Bekîn diyar kir ku Tanriverdî bi awayekî nehiqûqî hatiye girtin nexweşiyên wî yên cidî hene û xwest bê berdan.

LI ÎZMÎRÊ BAL KIŞANDIN LI SER GIRTIYÊN DI GREVÊ DE NE

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê jî ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li ber Sumerbanka Kevn a Konakê daxuyanî da. Di çalakiyê de li ser navê komê rêvebera ÎHD'ê ya Îzmîrê Mîne Çetînkaya axivî û bal kişand li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan 60 roj in berdewam dike.

Çetînkaya diyar kir ku li 25 girtîgehan 238 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye li bajarê wan jî 73 girtiyên siyasî di greve birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, niha di roja 60'emîn de ne û ev rojên krîtîk in. Çetînkaya bang li Wezîrê Dadê kir û xwest bi berpirsyarî tevbigere.

Çetînkaya bal kişand li ser rewşa girtiyên nexweş û qala girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş kir. Çetînkaya got ku dema ku Sevmîş ketiye girtîgehê tu nexweşayên wî tunebûye lê piştre gelek nexweşî pê re çêbûye. Çetînkaya got ku ew dixwazin girtiyê nexweş Sevmîş bê berdan.