NAVENDA NÛÇEYAN - Lijneya Hilbijartinê ya Bilind, di malpera xwe ya fermî de dengên derbasdar û nederbasdar parvekirin. Di malparê de agahiyên wek dê mohr çawa bê bikaranîn, dê li ser zerf û pisûleyan kîjan mohr hebin û hwd. hatin parvekirin.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind, ji bo deng li vala neçin hin xisûsên ku divê hilbijêr hay jê hebin parvekirin.
TEVÎ TELEFONÊ KETINA KABÎNÊ QEDEXE YE
Tevî telefon, wênekêş û amûrên ku dîmenan qeyd dikin ketina kabînê qedexe ye. Dê ev amûr di dema dengdayînê de teslîmî lijneyên sindoqan bên kirin û piştî dengdayînê hilbijêr dê karibin rahilên van amûrên xwe.
DÊ MOHRA TERCÎHÊ BÊ LÊXISTIN Û PAŞÊ DIVÊ HILBIJÊR PISÛLEYÊ TÊXIN ZERFÊ
Divê pisûleyên dengan neqetandî bin, îşaret an jî nivîs li ser tune bin. Di dema mohrlêxistinê de, divê mohr tam li nav qada tercîhê bê xistin û dernekeve derveyî qada tercîhê. Di pisûleyên hevgirtî de piştî mohra "TERCÎH'ê li qada tê tercîhkirin hat xistin, divê hilbijêr li bendê bin ku mohr zuha bibe. Di dema qatkirinê de divê cihê mohrê li derve bimîne û bi vî awayî têkeve zerfê.
Piştî hilbijêr zerf xistin sindoqê, divê li lîsteya hilbijêran îmzeya xwe bavêjin hemberî navê xwe.
DÊ KESEK TENÊ KARIBE ALÎKARIYA HILBIJÊRÊN BERASTENG BIKE
Di dema dengdayînê de dê kesek tenê karibe alîkariya berastengên dîtinê, keseên felcî, kesên destên wan jêkirî an jî berastengên bendenî û yên nikaribin bi tena serê xwe deng bikar bînin bike. Ji xizmên wan kesek, heke tune be jî dê bi alîkariya hilbijêrekî berasteng karibin dengê xwe bi kar bînin. Dê hilbijêrek ji bilî berastengekî pêvtir nikaribe alîkariya berastengên din bike.
Dê serokên lijneya sindoqan ji bo alîkariyê tevî hilbijêrên berasteng nikaribe têkeve kabîna dengdayînê û dê nikaribe alîkariyê bike. Berastengên ku bixwazin dikarin bi alîkariya "Şablona Pisûleyên Dengan" dengên xwe bi kar bînin.