Der barê kuştina Kerem û Erkul de lêpirsîn hat destpêkirin

STENBOL - Duh li Taxa Gaziyê di gulebarana polîsan de Bariş Kerem û Oguzhan Erkul miribûn û Ramazan Alturk jî bi giranî birîndar bûbû. Têkildarî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Gazîosmanpaşayê, lêpirsîna edlî û îdarî da destpêkirin.

Duh bi şev li Taxa Gaziyê di gulebarana polîsan de Bariş Kerem û Oguzhan Erkul miribûn û Ramazan Alturk jî bi giranî birîndar bûbû. Têkildarî bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Gazîosmanpaşayê lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de, ji aliyê dozger ve îfadeya Demirhan Erkul ê 15 salî yê ku wesayît diajot hat wergirtin. Hat diyarkirin ku dozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de, çekên polîsên ku li cihê bûyerê bûn berhevkirine. Tê payîn ku dê dozger di rojên pêş de îfadeya polîsan wergire.

Her wiha dozger çû cihê bûyerê û dê careke din li ser wesayîta ku hat gulebarankirin û ew birin Uskarê lêkolînan bike.