Bi hezaran kes meşiyan û kuştina Kerem û Erkul protesto kirin

STENBOL - Bi hezaran kesên li Taxa Gaziyê hatin gel hev û bi meşekê kuştina Bariş Kerem û Oguzhan Erkul ên ku duh ji aliyê polîsan ve hatin kuştin protesto kirin.

Li Taxa Gaziyê ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê, duh bi şev polîsan Bariş Kerem û Oguzhan Erkul gulebaran kiribûn û ew kuştibûn. Îro Bi hezaran kes hatin gel hev û bi meşeke girseyî kuştina Erkul û Kerem protestokirin. Berdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit û Parlementerê HDP'ê Erdal Ataş jî di nav de bi hezaran kes, heta têketina Daristana Gaziyê ya ku Kerem û Erkul km hatin kuştin meşiyan. Berdevka HDK'ê Koçyigit a beriya meşê axivî, dest nîşan kir ku ew baş dizanin ka dewlet dewletek çawa ye û wiha axivî: "Bêyî ku di dest wan de tiştek hebe van zarokan qetil kirin. Dikaribûn gule bera tekelên wesayîta van zarokan bidin, lê rasterast derba kuştinê berdane. Çawa ku berê komkujiya Gaziyê kirin, îro jî heman tiştî dikin. Em ê derneg an jî zû bi awayekî demokratîk hesabê van tiştan bipirsin û bitêkoşin. Em ê li hemberî zilma vana tu carî bêdeng nemînin. Em baş dizanin ku bê li Sûr, Cizîr û Nisêbînê çawa mirov qetil kirin. Îro jî li Taxa Gaziyê heman tiştî dikin."

Piştî axaftina Koçyigitê, girse bi berzkirina dirûşmeyên "Dê dewleta kujer hesab bide" û "Bêdeng nemîne, dê dor were te jî" heta cihê ku Kerem û Erkul lê hatin qetilkirin meşiya. Girse li vir deqîqeyekê rêz girt û paşê bi berzkirina dirûşmeyan belav bû.

Dê sibê saet di 18.00'an de enazeyên Kerem û Erkul ji Mala Cemê ya Gaziyê bên wergirtin û ber bi navçeya Zîle ya Tokatê bên verêkirin. Dê cenazeyê Kerem li gundê Kervansaray ê navçeya Zîleyê û dê cenazeyê Erkul jî li gundê Sofûlarê yê navçeya Zîleyê bên definkirin.