ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Bo Girtiyên Nexweş Azadî, di hefteya 141'emîn de balê kişand ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de. Înîsiyatîfê anî ziman ku, ji bo girtiyan pêvajoya krîtîk dest pê kiriye û xwest, raya giştî bi hestiyarî tevbigere.
Endamên Înîsiyatîfa Ji Bo Girtiyên Nexweş Azadî, ji bo balê bikêşin ser rewşa girtiyên nexweş vê hefteyê jî li Kolana Yukselê ya Enqereyê hatin gel hev. Endamên înîsiyatîfê yên 141 hefte ne çalakiyên xwe didomînin, dest nîşan kir ku li 26 girtîgehên Tirkiyeyê 268 girtî di greva bêdem û bêdorveger de ne. Endama Komîsyona Girtîgehê Nuray Çevirmen a li ser navê înîsiyatîfê axivî, diyar kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi awayekî zêde zihîf dibin, hêdî hêdî çavên wan nabînin, qebzî bûne, kramp dikeve madeya wan, dilê wan dixele.
Çevirmen, dest nîşan kir ku piştî roja 35'emîn rewşa krîtîk dest pê dike û wiha got: "Li hemû girtîgehên ku greva birçîbûnê lê didomin, divê bijîşk û personelên tenduristiyê venêrîna tenduristiyê bikin, vîtamîna kompleksa B'yê bidin, pêdiviyên wan ên wek xwê û şekr bi cih bînin. Divê ji bilî vîna girtiyên di greva birçîbûnê de, bi tu awayî mudaxileyî wan neyê kirin."
‘BINPÊKIRINÊN MAFAN DIDOMIN'
Çevirmen, diyar kir ku jiyana girtiyên di greva birçîbûnê de di talûkeyê de ye û got, divê raya giştî li hemberî vê bi hestiyarî tevbigere. Her wiha Çevirmen, anî ziman ku li girtîgehan hîn jî binpêkirinên mafan didomin.
‘PITIKA 8 MEHÎ JÎ HAT SIRGÛNKIRIN'
Çevirmen, diyar kir ku li girtîgehan sirgûn û sewqkirin jî didomin û wiha axivî: "Gulistan Diken Akbaba tevî pitika xwe Mîraz Akbaba yê 8 mehî hatine sirgûnkirin. Îdare eşyayên ku pêdiviya pitikê pê hene wernagire û her wiha bi sirgûnê re pitikê û dayika wî ceza dike."
Çevirmen, anî ziman ku li girtîgehan mafê jiyanê yên girtiyan tê binpêkirin û her wiha girtî nayên tedawîkirin û got, di çend mehên dawî de 3 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Herî dawî Çevirmen, anî ziman ku mecbûr e ku saziyên dewletê yên eleqedar ji bo mafên jiyanê yên girtiyan tevdîran bigirin.