ÊLIH- Li Êlihê, ji ber baraneke dijwar gelek mal dibin avê de man.
Li Êlihê, ji ber baraneke dijwar gelek mal di bin avê de man. Ji ber baranê, riyên li navenda bajêr veguherîn golên avê û her wiha li taxa Bayindirlik, Karşiyaka û Cûdiyê gelek avahî di bin avê de man. Ji ber baranê, gelek wesayît di li riyên navenda bajêr asê man. Welatiyên ku mal û kargehên wan di bin avaê de man, diyar kirin ku wan gelek caran li rayedarên şaredariyê geriyaye, lê tu kes bi wan re eleqedar nebûye. Hin welatiyan got, zirara wan a madî çêbûye û dema bi derfetên xwe, bo qofe û debokan avên li mal û kargehên xwe dirêjan din, bertek nîşanî rayedarên şaredariyê dan.
Her wiha roja berê jî li navçeya Hezoyê baraneke dijwar bariya bû û ji ber baranê Çemê Xerzanê rabûbû. Bi vê re av bi ser gelek mal, fabrîke û şantiyeyan de girtibû. Li navçeyê gelek heywan telef bûn û her wiha kuçe jî veguherîn golên avê.