NAVENDA NÛÇEYAN- Di referanduma têkîldarî guhertina qanûna bingehîn de dengdayînê saet di 07.00'an de dest pê kir.
Dengdana têkîldarî referanduma guhertina qanûna bingehîn a ji 18 madeyan pêk tê saet di 07.00'an de dest pê kir. Li tevahiya welat 55 milyon û 319 hezar û 222 hilbijêr dê li 167 hezar û 160 sandoqande deng bavêjin. Li girtîgehan jî 461 sandoq hatin danîn.
Li bajarên wetî Sumsûr, Agirî, Arvîn, Çewlîk, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Gîresun, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dersim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîsê dengdanê dest pêkir. Li van bajaran dengdan dê saet di 16.00'an de bi dawî bibe.
Li bajarên din jî saet di 08.00'an de dengdanê dest pê bike û heta saet di 17.00'an berdewam bike.