DÎLOK - Li Dîlokê gelek malbatên sûriyeyî di jêrzemînên avahiyan û xaniyên hîn wek înşeatê ne de dijîn. Her wiha ji bo kirêyê van jêrzemînan û xaniyên wek înşeatê jî pereyekî zêde didin.
Li Dîlokê rewşa dramatîk a welatiyên sûriyeyî berdewam dike. Sûriyeyiyên rewşa wan a aborî nebaş e, li taxên xizanan ên wek Vatan, Hacibaba, Cîndere bi cih bûne. Gelek malbat bi kiriyeke zêde di jêrzemînên avahiyan û xaniyên hîn wek înşeata ne de dijîn. Yek ji van malbatan jî malbata Ranya Qudo ye. Ranya, 3 sal berê tevî malbata xwe ji Efrînê hatiye Dîlokê. Mala Ranyayê xirabûye û cihekî ku biçê tune ye. 3 zarokên Ranyayê hene, lê dudo jê li gel temenên xwe yên biçûk jî dixebitin. 2 lawên wê yên temenê wan 12-13 bi bavê xwe re di karê pêlavçêkirinê de dixebitin. Ranya di xaniyekî ku hîn wek îneşatan e de dijî. Xanî du odeyî ye, bê siwax e û kunên diwaran vekirîne û her wiha 400 lîre heqê kirêya vî xaniyî dide. Zarokên Ranyayê, di zivistanê de her tim nexweş dikevin. Ranya, bi zarokên xwe ve li xaniyekî rudinin xaniyê din jî kirine 2 beş. Beşeke tuwalet û serşo ye, beşa din jî aşxane ye. Mehên zivistanê de Ranya ji bo zarokan germ bike, komir û cilên kevin dişewitîne.
‘EM NEÇARIN LI VIR BIJÎN’
Ranya diyar kir ku, li Suriyeyê rewşa wan pir baş bû û wiha got: “Mala me xirab bû. Em neçar man werin vir. Em neçarin li ber xwe bidin, heta rewşa welatê me baş bibe. Em ê dîsan bizîvirin.” Ranya bertek nîşanî gotinên “Suriyeyî li vir kêfê dikin” da û wiha domand: “Rewşa me ya aborî qet nebaş e. Pere têrê nakin. Her tişt buha ye. Em li vir kêfê nakin, em ji neçarî li vir dijîn.”