ÎZMÎR - Duh li Taxa Gaziyê ya Stenbolê polîsan 3 ciwan hedef girtin û ji van ciwanan dudo jê mirin. Ev bûyer, kuştina Baran Dursun ê ku di sala 2007'an de li Îzmîrê bi heman hincetê hatibû qetilkirin bi bîr xist. Bavê Tursun, Mehmet Tursun anî ziman ku bi pakêta ewlehiya navxweyî dilê kujeran dibijînin tiştên wisa.
Duh li Taxa Gaziyê ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê, bi îdiaya li gor îhtara "raweste" tevnegeriyane, polîsan gule reşand ser 3 ciwanan. Piştî bûyerê, ji ciwanên ku bûn hedefa polîsan Bariş Kerem û Oguzhan Erkul mirin. Ev bûyer kuştina Baran Tursun ê ku di sala 2007'an de li Îzmîrê bi heman hincetê ji aliyê polîsan ve hat kuştin bi bîr xist.
Bavê Tursun, Mehmet Tursun kuştinên ji aliyê polîsan ve tên kirin nirxandin.
'DI BINGEHA CINAYETAN DE QANÛNA EWLEHIYA NAVXWEYÎ HEYE'
Tursun, diyar kir ku ji sala 2007'an ve pitik, zarok, extiyar û jin jî di nav de 343 kes ji bi guleyên polîsan hatine kuştin û wiha got: "Dema em li van mirovan dinihêrin em dibînin ku van mirovan serê polîsekî jî neşikandine, bi polîsan re pev neçûne, heqaret li polîsan nekirine û hwd."
Tursun, anî ziman ku di bingeha van mirinan de qanûna ewlehiya navxweyî ya ku bêsînor rayeyan dixe destê polîsan heye û wiha got: "Dema em li doza mirovên ku di sala 2007'an de bi guleyên polîsan hatine kuştin dinihêrin, cezayên sembolîk ên wek 2-3 sal li polîsan dihatin birîn. Lê belê, ev cezayên sembolîk jî li zora kujeran diçûn. Digotin, ev ceza zêde ye. Gumaniyeke maqûl ji bo polîsan anîn. Gumaniya maqûl tê wateya berdana bênavber û pêşbîniyê. Polîsan jî doza gumaniya xwe ya maqûl kir. Ev di sala 2015'an de bi Pêşnûmaya Qanûna Ewlehiya Navxweyî bû qanûn."
'DILÊ POLÎSAN BIJANDINÊ'
Tursun, anî ziman ku dema ev pêşnûma hat amadekirin ew wek malbatên ku mexdûrê polîsan ew çûne Enqereyê û li dijî vê derketine. Tursun wiha domand: "Dema ev pêşnûma hat amadekirin, em wek malbatên ku mexdûrê polîsan çûn Enqereyê û me ji wan re got hûn bi vî awayî hêzê didin polîsan, hûn dilê polîsên ku meyla wan a sûcî heye dibijînin tiştên wisa û hûn rê li ber bêcezatiyê vedikin. Me got, dema hûn rê li ber bêcezatiyê vekin, dê kuştina bi destên polîsan zêde bibe. Me got, ji pitika di dest dê û her kesên di rê de, dê di encama pêşbiniya polîsan de jiyana xwe ji dest bidin. Lê mixabin ji wê rojê heta niha dema mirov lê dinihêre, di bingeha mirinan hemûyan de pêşbînî û gumaniya maqûl heye."
Tursun, dest nîşan kir ku gumaniya makul û pêşbînî têgehên razber in û wiha got: "Pêşbînî û gumaniya maqûl têgehên razber in. Gumaniya maqûl a polîsekî ku dijminê kurda be cuda ye, gumaniya maqûl a polîsekî ku ewlehiya welatiyan diparêze cuda ye û ya polîsê ku dijminê mafên mirovan e cuda ye."
'WEK BÛYERA TURSUN ENTRÎKA Û KUMPAS HENE'
Tursun, anî ziman ku bûyera ku duh qewimî zaf dişibe ya kurê wî û balê kişand ser nûçeyên çapemeniyên yên wek "terorîst". Tursun wiha domand: "Dema em li doza Baran Tursun dinihêrin, li wir jî îhtara 'raweste' heye. Ya duyemîn, kumpaseke wek berhevkirina delîlên sixte û şahidên sixte heye. Kurê min ji pîrozbahiya rojbûnê vedigeriya. Li nêv bajarê Îzmîrê ku li Tirkiyeyê bajarê 3'yemîn ê herî mezin e. Dema em li zarokên xwe yên duh dinihêrin, ew jî ji devereke seyranê ji pîrozbahiyeke rojbûnê vedigeriyan. Dema em li terhê birêvebirina vê dinihêrin dîmeneke zaf qirêj derdikeve pêşberî me. Li wir jî heman entrîka û kumpasên, derew û sixtekariyên wek ên bûyera Baran Tursun hene. Li se rîhtara 'raweste' reviyan û filan û bêvan. Ji bo ê li ber bêcezatiyê bê vekirin, ev derewên polîsan e."
'EM Ê XWEDÎ LI VÊ DOZÊ DERKEVIN'
Tursun der barê darizandinê de jî wiha got: "Piraniya van darizandinan bi beraetê encam dibin. Bi cezayên sembolîk biencam dibin. 2-3 sal ceza dibirin û taloq dikin. Di piraniya bûyeran de ji xwe doz nayên vekirin." Her wiha Tursun, dest nîşan kir ku ew ê xwedî li vê dozê derkevin û bişopînin.
Tursun herî dawî wiha got: "Em dixwazin malbatan bînin gel hev û van dozan bikin cihê nîqaşê. Hin kes ji bo ceza nedin van kujeran, çi ji destê wan tê dikin. Em jî wek malbatên mexdûr, ji bo ev kujer bibin îbret û cezayên herî giran li wan bên birîn divê em bên gel hev. Ji bo em guleyên polîsan û cinayetên wan bikin cihê nîqaşê, em ê wek malbatan xwedî li van dozan derkevin. Em ê doza Stenbolê jî bikin doza hedefî ya Weqfa Baran Tursun. Ji serî heta binî, madî û manewî em ê bi her awayî piştevaniya wê bikin."