ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê ku di qedexeyan de hatin hilweşadin gel diherike ser sindoqan.
Li Şirnex û navçeyên wê yên di dema qedexeya derketina derve de hatin xirakirin û hilweşandin ji saetên serê sibê pêde li gel dorpêça leşker û polîsan a li derdora dibistanan welatî herikîn ser sindoqan. Piştî qedexeyên li navenda Şirnex, navçeyên wê Cizîr, Silopiya û Hezex cara yekemîn e gel diçe ser sindoqan.
MALBATA NAYIR Û INAN: TIŞTA LI ME HATIYE KIRIN EM JI BÎR NAKIN
Malbatên ku bajarên wan hatine hilweşandin û di qedexeyan de xizmên wan hatine qetilkirin diyar kirin ku ew ê pêkanînên bi serê wan hatine tu dem ji bîr nekin. Dayika Hevseroka Meclîsa Bajêr a Silopiya Pakize Nayir a ku di qedexeya Silopiya da jiyana xwe ji dest dayî, Behiye Nayir li Dibistana Seretayî a Suleyman Demîrel dengê xwe bikar anî û got, "Bila ev deng bibe sedema aştî, azadî û serkeftinê. Em dibêjin, 'Na', 'Na', 'Na" Hevserê Taybet Înan a ku di qedexeya Silopiya de hatî qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan di kolanê de mayî, Halit İnan jî dengê xwe bikar anî û diyar kir ew ê cenazeyê li kolanan mane ji bîr nakin.
MALBATA TUNÇ Û CAGIRGA: JÊRZEMÎNÊN CIZÎRÊ DI BÎRA ME DE YE
Dayîk û bavê Cemîle Çagirga ya ku di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dayî û ji bo cenazeyê wê xirab nebe di sarincê de hat parastin, her wiha malbata Hevserokê Meclîsa Bajêr a Cizîrê Mehmet Tunç jî da zanîn ku dê biçin ser sindoqan û hesabê şewitandina xizmên xwe yên di jêrzemînan de bipirsin.
ŞIRNEXÎ DI NAVA ENQAZA BAJÊR DE DENGÊ XWE BIKAR TÎNIN
Welatiyên ku di qedexeya Şirnex de malên wan hatine hilweşandin û li gund û navçeyên derdorê bi cih bûne gelek ji wan beriya referandûmê ji bo dengê xwe bikar bînin hatine Şirnex û yên neçûne jî îro bi wesayitên ku hatine amadekirin ber bi Şirnex ve diherikin. Gelê Şirnexê yê piştî qedexeyê vegeriyan bajêr jî di nav enqaza xaniyên xwe de diçin ser sindoqan. Her wiha welatiyên 20 gundên navçeya Elkê ku sindoqan wan bi hinceta, 'ewlehiyê' biribûn gundên cerdevanan jî ji bo dengên xwe bikar bînin ketine ser rê. Dayika bi navê Besna Benek a ji Şirnex koçber bûyî û li Silopiya rûdine diyar kir ku ew serê sibê ji bo biçe Şirnex dengê xwe bide zû rabûye û dema çû ser sindoqê wê tişta ku hêzên dewletê bi ser wan aniye ji bîr neke.
LI CIZÎR Û QILEBANÊ LEŞKER Û POLÎSÊN LÊGERÎNÊ DIKIN
Li tevahiya Şirnex, navçeyên wê, bajarok û gundan leşker û polîsan dibistan dorpêç kirine. Her wiha li navenda Cizîrê û Qilebanê û gundên wê leşker û polîsên dibisitan dorpêç kirine li ser welatiyên ku tên dibistanan lêgerînê pêk tînin û kesên.
Li bajêr bi tevahiyê 255 hezar û 296 welatî dê li 795 sindoqan deng bidin.