Şewata li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî bi xwe derxistiye

STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê derbarê şewata ku îro li Girtîgeha Sîlîvriyê derketiye de daxuyaniyek da û diyar kir ku girtiyê bi navê Burak Eroglu ode şewitandiye.

Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Sîlîvriyê li bloka Hêjmar 4 a ku girtiyên edlî lê dimînin girityekê şewat derxistiye. Piştî bûyerê, gelek komên agir kuj û polîs sewqî girtîgehê hatin kirin û girtiye bedena xwe daye ber agir jî bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê derbarê şewatê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Girtîhega Tîpa L a Hêjmar 4 a Sîlîvriyê de, kesê ku ji ber "diziyê" hatiye girtin 9 sal cezayê girtîgehê girtiye saet di 1.19'an de odeya xwe şewitandiye û wiha hat gotin: "Xebatkarên girtîgehê mudaxekeyî şewata ku girtiyê bi navê Burak Eroglu yê 22 salî derxistiye kirin û şewat bi îmkanên girtîgehê hatine vemirandin. Du xebatkarên ji dumana şewatê bibandor bûne bi ambulansê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê. Di mudaxeleya destpêkê de, dermankirina xebatkaran hatiye kirin û vegeriyane ser karê xwe. Dermankirina Burak Eroglu yê şewat derxistiye hêjî didome. Komên agirkuj ên ji bo ewlehiyê hatine gazîkirin ji ber agir bi îmkanên girtîgehê hatine vemirandin tu mudaxele nekirine û vegeriyane."