Hevseroka KCD'ê Leyla Guven: Dê encamên bi xêr derkeve

AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li Amedê dengê xwe avêt diyar kir ku AKP di mijara pirsgirêka kurd de çareseriyê nafirine û wiha got: "Dê encamên bi xêr derkeve."

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li Lîseya Anadolu ya Necîp Fazil Kisakurek ê li navçeya Rezan a Amedê dengê xwe avêt. Guven dema ku dengê xwe avêt gotina "Bi xêr be" bi kar anî û bal kişand li ser çareserî neafirandina hikûmetê ya di pirsgirêka kurd de.

Guven destnîşan kir ku Tirkiye ber bi krîzê ve diçe û ancax bi gotina "Na" ji vî krizê dikarin derkevin. Guven wiha axivî: "Şer ê li Kurdistanê berdewam dike, xirakirin û neheqiyên tên kirin ancax bi Na ve dê bi dawî bibe.Em mal bi mal geriyan û me kampanyaya Na meşand. Her çiqas em bi kampanyaya Erê ve di heman şertên wekhev de nebin û hemû derfet ji bo Erê hatin seferberkirin jî me xebateke berfireh kir. Ez bawer dikim ku di vî hilbijartinê de dê encamên bixêr derkeve."