AMED - Li gundê Miyalenê ya navçeya Çêmûgê welatiyê bi navê Avdo yildiz û kurê wî Şehmus Yildiz ên AKP'iyê li şûna kesekî din deng bi kar anî hişyar kir hatin kuştin.
Li navçeya Çêrmûgê ya Amedê dema bikaranîna dengan de li gundê Miyalanê di navbera hilbijêran de nîqaş derket. Ji ber ku li dijî AKP'iyên li şûna kesên ne li gund in deng bi kar anîn îtiraz hat kirin AKP'iyan çekên xwe kişandin. Alîgirê AKP'ê Hidir Yildiz û zarokên wî gule berdan birayê xwe Avdo Yildiz û kurê wî Şeyhmuz Yildiz. Bav û kur jiyana xwe ji dest dan, Îdrîs Yildiz jî birîndar bû. Cenaze birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwerega Rihayê.
Piştî bûyerê gelek leşker sewqî gund hatin kirin, li gund bikaranîna dengan hate rawestandin.