STENBOL - Li bajarên metrepolên di saetên serê sibêde hilbijêr çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Bi destpêka dengdayînê re binpêkirina îhlal jî dest pê kir. Hin kesan dengê xwe vekirî dan û hin kesan jî dubare deng dan.
Li Stenbol û bajarên herêma Marmara di saetên serê sibê de hilbijêr çûn ser sindoqan û deng dan. Piştî dengdayînê dest pê kir îhlalên dengdayînê jî dest pê kir. Li
Arnavutkoy a Stenbolê welatiyê bi navê Turgay Hisoglu dengê "erê" bikar anî û wêneyê wê kişad. Peywirdarê sindoqê der barê Hisoglu de girtek girtin û dengê wî betal kirin. Li Dibistana Navîn a Derince Cumhuriyet a Kocaeliyê jî Nurten Abay du caran deng avêt sindoqê. Li Uskudarê jê li salona sindoqê wêneyê 15'ê Tîrmehê daliqandin. Li Sindoqa Hêjmar 1272 ya li Vîlayên Ustay a Sariyerê jî dema memûrê polîs wêne kişand hat girtin. Peywirdarê sindoqê dengê polîs betal kirin. Li Lîseya Pir Bernameyî ya Alî Kul a Esenyurtê dema deng bikar anîn wêne kişandin. Peywirdaran deng betal kir. Li gelek navçeyên Bajar pankartên "Erê" hat daliqandin. Li Dibistana Navîn a Sultançiftliği ya Çerkezkoy ji hin torbeyên dengan vekiri bû. Hin zarf bê mohr bûn. Li hin dibistanan pusulayên dengan kêm derketin.
Li Dibistana Seretayî ya Bahçelîveler a Çorluyê jî AKP'îyan li ser sindoqê belavokên "AKP Sandık Rehberi" li serokên sindoqan belav kirin.