AMED - Hevsera Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş a li Amedê dengê xwe avêt wiha got: "Têkoşîn didome. Hêvî dikim ê bi xêr be."
Hevsero Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattîn Demîrtaş ê girtî ye, Başak Demîrtaş li Dibistana Seretayî ya Peyasê ya li navçeya Peyasê ya Amedê dengê xwe avêt. Demîrtaş a li ser sandoqê axivî wiha got: "Encama referandumê Hêvî dikim ku ji b ogelê me di riya aştî, demokrasî û azadiyê de bi xêr be."
Demîrtaş li derve pirsên rojnamegeran bi kurtasî bersivand û wiha got: "Hêvî dikim ê bi xêr be. Têkoşîn bi her awayî berdewam dike."
Dema ku Demîrtaş ji dibistanê derket jinên li wir bi çepikan dirûşmên "Ji Selahattîn re azadî" berz kirin.