Çalakiya grevê bi koma 4'an didome

AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 61'an de berdewam dike. Piştgiriya malbatan jî bi awayekî dorveger didome. Li Amedê koma 4’em çalakî dewir girt. Endama Dîwana KCD'ê Gulistan Akel ku di koma 4'an de cih girt, anî ziman ku ew her dem bi hevî ne û kesên di ber xwe didin her dem dîrokê dinivîsin.

Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyên siyasî li Şakranê di roja 61'an de berdewam dike. Piştgiriya malbatan jî li gelek bajaran bi komên nû berdewam dike. Li Îzmir, Stenbol, Enqere, Wan, Amedê malbat ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe dest bi çalakiya dorveger kirine. Li Amedê jî çalakiya malbatan ku bi komên ji 20 kesan pêk tê li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a rêxistina DBP'ê ya Amedê berdewam dike. Koma 4'emîn ku ji 20 kesan pêk tê, çalakî dewir girt. Di koma 4'an de Endama Dîwana KCD'ê Gulistan Akel, hunermend, siyasmedaran jî di nava malbatan de cihên xwe girtin. Li salona çalakiyê pankarta “Bêdengî erêkirina mirinê ye. Em bê deng namînin" vekirin.

DAXWAZÊN GIRTIYAN PÊK BÎNIN

Li ser navê Koma 3'emîn Cîgirê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Ramazan Tunç, axaftinek kurd kir û çalakî dewrî koma 4'an kir. Tunç, anî ziman ku çalakî di roja 61'an de berdewam dike û xwest êdî her kes deng û daxwazên girtiyan bibîne û ji bo bibin daxwaza girtiyan gavên çareseriya demokratîk bavêjin. Tunç, da zanîn ku girtiyên azadiyê ji bo azadiya hemû mirovahiyê bedena xwe dane ber mirinê û wiha got: "Daxwazên girtiyan daxwazên me ne.

BERXWEDAN BI SER DIKEVE

Li ser navê koma 4’an jî endama Dîwana KCD'ê Gulistan Akel jî anî ziman ku çalakî di roja 61'an de berdewam dike û wiha got: "Girîng e ku gel li vê berxwedanê xwedî derkeve. Akel, da zanîn ku dê gel û berxwedan bi ser bikeve.
Piştî koma 4'an çalaki dewir girt silogana “Bijî berxwedana zîndanan” berz kirin.