Hilbijêrên herêma Ege çûn ser sindoqan

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên herêma Ege yên wekî Îzmir, Manisa, Mugla, Aydin û Denizliyê hilbijêran eleqeyek mezin nîşanî referandumê dan û çûn ser sindoqan. Wekî tevahiya bajarên Tirkiye li herêma egeyê jî tevlêblûn û eleqeyek mezin heye. Li Îzmir, Manis, Mugla, Aydin û Denîzliyê li pêş dibistanan dor çêbûn.

ÎZMÎR

Li Îzmirê hilbijêr saet di 08.00’an de çûn ser sindoqê û dengê xwe avêtin. Li navçeya Karabaglarê li pişt 25 pûsulayên deng bêyî muhr lê bixin deng hat bikar anîn. Rêveberên sindoqê ev yek îtîraz kirin û girtek girtin. Polîs ji çavdêrên HDP’ê re astegî derxist. Li ber gelek dibistanan dor çêbû.

MANÎSA

Li Manisa jî avêtina dengan saet di 08.00'an de dest pê kir. Gel eleqeyek mezin nîşanî referandumê da û çûn ser sindoqan. Di saetên serê sibê de gel li ber deriyê dibistanan kom bûn û ketin dorê. Welatiyan xwest ev hilbijartin bibe wesîleya xêrê.

MUGLA

Li bajarê Mugla jî tevlêbûna hilbijêran û eleqe gelek mezin e. Li navçeyên Bodrum, Datça, Milas û Marmarisê tevlêbûn di astan herî jor de ye. Peywirdarê sindoqa hêjmar 1117'an a Dibistana Seretayî ya Salih Zekî Gur, Kadir Tazecan, ji aliyê polîsan ve rastî astengiyê hat. Polîsan di ketina dibistanê de li GBT'ya Tazecan giritt û gef xwar.

AYDIN

Li bajarê Aydinê jî gel di saetên serê sibê de çûn ser sindoqan û li pêş dibistanan dor çêkirin.

DENİZLÎ

Li bajarê Denîzliyê jî gel di saetên serê sibê de çûn ser sindoqê û eleqeyek mezin nîşanî hilbijartinê dan."