ENQERE - Navenda Giştî ya HDP'ê, li bajarên herêmê û tevahiya Tirkiye li dijî îhlalên hilbijartinê di demê de dikeve nava tevgerê û mudaxale dikin. Sazumankarên HDP'ê li ser maseyên krîzê digerin û aahî kom dikin.
Navenda Giştî ya HDP'ê ku li dijî îhlalên hilbijartinê navenda masa krîzê ava kirine, li dijî îhlalên hilbijartinê di demê de mudaxale dike û girtekan digire. Li navçeya Çankaya di saetên serê sibê de Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim û Parlamentera Agiriyê û Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu pişt li ser sindoqan deng dan çûn navendê û agahî ji Krîza Navenda Giştî girtin.
Parlamenterên ku li vir hilbijartinê dişopîne, bê navber bi endamên MYK'ê û nûnerên xwe yên li bajarên cuda de ne.
Li masa krîzê ya li Navenda Giştî ya Partiyê hatiye avakirin 35 kes peywirdar in. 5 parêzer û 23 kes li karê Zanyariyê dinerin. 4 kes jî nivisariyê dikin. Hem li navendê û hem jî bajar bi bajar masê krîzê yên bajaran hatine avakirin. Li tevahiya bajar û navçeyên tirkiye bi giştî li 573 navendan kirîz hatin avakirin.
Navenda HDP'ê bi van maseyên krîzê li hemû navçe û bajaran ji nêzîk ve hilbijartinê û îhlalan dişopîne.