ENQERE - Di referanduma ku pêşeroja Tirkiyeyê tê diyarkirin de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û 83 hevşaredaran li girtîgehê dengê xwe avêtin.
Di referanduma ku pêşeroja Tirkiyeyê tê diyarkirin de nûnerên siyaseta kurd li girtîgehan dengê xwe avêtin. Hevserokên Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, 11 parlamenterên HDP'ê û 83 hevşaredarên DBP'î li girtîgehan dengê xwe avêtin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dengê xwe dan. Dîsa parlamenterên HDP'ê Çaglar Demîrel, Gulser Yildirim û Besîme Konca li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kocaeliyê, NUrsel Aydogan, Meral Daniş Beştaş, Selma Irmak, Nîhat Akdogan û Ayhan Bîlgen li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 9 a Sîlîvriyê, Abdullah Zeydan li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, Ferhat Encu û Îdrîs Baluken jî li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dengên xwe bi karanîn.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel li Girtîgeha Sîlîvriyê, Berdevka KJA'yê û parlamentera berê Ayla Akat Ata jî li Girtîgeha Kandirayê dengê xwe bi kar anîn.
Jibilî paralmeneteran Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli jî di nav de 83 hevşaredaran jî li girtîgehê dengê xwe bi kar anîn.