SÊRT/ÊLIH -Ji ber barana zêde hilbijêrên 3 gundên Sêrtê bi botê ava Çemê Dîcleyê derbas kirin û çûn dengên xwe dan. Li Êlihê jî tevî gelek astengiyan gel çûn ser sindoqan û dengê xwe dan.
Li 3 gundên Sêrtê ji ber barana zêde gundî bi botê ava Çemê Dîcle derbas kirin û çûn dengê xwe dan. Gundiyên Kayikli, Guneşli û Kelekçiler ji ber baranê zêde rê hat girtin neçar man bi botê çemê Dîcle derbas bikin û biçin dengê xwe bidin. Welatiyên gundên Kayikli, Guneşlî û Kelekçilerê ku sindoqên wan li gundê Ormanardi hat danîn bi botê Çemê Dîcle derbas kirin û çûn dengê xwe dan.
Li Êlihê ku 336 hezar hilbijêrên wê hene jî welatî di satên serê sibê de tevî hemû astengiyan çûn ser sindoqê û dengê xwe dan. Gelek welatiyên ku çûn dengê xwe dan, ji bo kesên astengdar, kal û pîr jî maşîne temîn kirin û welatî birin ser sindoqan. Li navend û navçeyên Êlihê 40 parêzeran çavdêrî kir û li dijî îhlalên sindoqan li ser piyan in.
Li Êlihê ku gel eleqemek mezin nîşanî parastina sindoqan dan, gelek caran hatin astenkirin, lê welatiyan dora sindoqan bernedan. Li Lîseya Anadolu ya Petrolê ji ber asansor nehat bikar anîn welatiyen kal û pîr nekarîbûn biçin ser sindoqan. Kal û pîrên polîsan alîkarî neda wan bertekên xwe nîşan dan. Welatiyan alîkarî dan kal û pîran û sekna polîsan şermezark kirin.
Heyeta Îtalyan ku ji bo çavdêriyê hat Êlihê jî ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Heyeta Îtalî ku Lorena Lacalle jî di navde ji 3 kesan pêkn tê, ji aliyê polîsan ve hat asteng kirin.
Berpirsiyarê sindoqa 103'an a gundê Baştirme yê Kozluka Êlihê ku 375 hilbijêrên wê hene Selahattin Mutlu, jî rastî êrîşa keya û cendirmeyan hat.
Seroke konseya Xwendekarên Zanîngeha Êlihê Selman Yarbo li Dibistana Cumhuriyetê ya li taxa Şirinevlerê aşkere "Erê" da.
Li Lîseya Ataturk Anadolu jî hilijêran ji ber dorpêça leşkeran nekarîbû biçin ser sindoqan. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslanû Hevserokê HDP'ê Abdulbari Karaagaç çûn dibistanê girtek girtin.