ENQERE - Piştî saet 16.00'an li 32 bajaran dengdayîn li dawî bû.
Li Tirkiye ku 55 milyon û 319 hezar û 222 hilbijêrên wê hene û 167 hezar û 140 sindoq hatin danîn, li 32 bajaran hilbijartinê saet di 07.00'an de dest pê kir saet di 16.00'an de bi dawî bû.
Li bajarên ku saet di 16.00'an de dengdayîn bi dawî bû û dest bi jartina dengên sindoqan hatin kirin wiha ye: Semsûr, Agirî, Artvin, Çewlîk, Bedlis, Amed, Xerpêt, Erzincan, Erzirom, Dîlok, Giresun, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rize, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dersim, Urfa, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdîr Kîlîs,
Li 49 bajaran hilbijartin didome
Li 49 bajarên ku saet di 08.00’an de dest pê kir heta saet di 17.00’an de dê bidome.