Rojnameger Balaman li Mêrdînê hat binçavkirin

MÊRDÎN - Rojnameger Fethî Balaman ê ji bo şopandina nûçeyan çû Qoserê, li têketina navçeyê hat binçavkirin.

Rojnameger Fethî Balaman ê li Mêrdînê nûçegîhaniyê dike, li têketina navçeya Qoserê hat binçavkirin. Nûçegîhanê me Balaman ê saet li texma 14.00'an de ji bo nûçeyan çû Qoserê, li têketina navçeyê hat binçavkirin û hat zanîn ku, wî birine Muduriyeta Polîsan a Qoserê.

Her wiha mebesta binçavkirina Balaman nehat zanîn.