Ji Stenbolê heta Wanê Îhlalên hilbijartinê

ENQERE - ÎHD'ê îhlalên hilbijartinê yên di referanduma qanûna bingehîn de ji Stenbolê heta Wanê derketin holê bi raya giştî re parve kirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) binpêkirinên mafên mirovan ên di hilbijartina referandûma qanûna bingehîn de ji Wanê heta Stenbolê derketin holê bi raya giştî re parve kir.

Rapora îhlalan a ÎHD'ê ku bi cemaweriyê re parve kir wiha ye:

STENBOL:

Li navçeya Fatîhê ya Stenbolê muşahîdê AKP'ê yê sindoqa hêjmar 3034'an, wekî ku dengdayîn bi dawî bibe û daxwaznameya îtirazê amade kir.

Li Lîseya Meslek Tîcaret Lîsesî ya Avcilarê li şûna kesên din îmze avêt. Girtek hat girtin.

Li sindoqa hêjmar 1068'an a Dibistana Înonu ya Avcilarê polîsekî li herêma 142'an ne peywirdar deng avêt.

Li Lîseya Îmam Hatîp a Anadolu ya Umraniyê 48 deng bê mohr hatin bikar anîn.

ÎZMÎR

Li sindoqa hêmar 2282'an a dibistana Seretayî ya Halil Atilla li şûna 5 hilbijêran deng hatin bikar anîn.

ENQERE

Serokê sindoqa 1029 a Dibistana Lîseya Teknik û Abidinpaşa ya Mamakê muşahîd derxist derve.

RIHA

Li Dibistana Mehmet Saçli li her polekê 2 polîsên biçek rûniştin.

AMED

Li gundê Miyalenê ya navçeya Çêrmûgê welatiyê bi navê Abdulrezzak Yildiz û kurê wî Şehmus Yildiz ên AKP'iyê li şûna kesekî din deng bi kar anî hişyar kir hatin kuştin. Îdris Yildiz ê birîndar bû jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û hêjmara miriyan derket 3'an.

Li Lîseya Bijartina Pîşe ya Kîptaşê ya ÎBB'ê çavdêrên HDP’ê derxistin dervê dibistanê.

Li Dibistana Fatîhê ya navçeya Rezan, berpirsiyarê HDP'ê S.K , hat binçavkirin.

WAN

Li Dibistana Guzelsul ya Payizava ya Wanê çavdêrên HDP'ê rastî gefa polîs û leşkeran hatin.

Xebatên Çavdêriyê yên ÎHD'ê hatin astengkirin.

DÎLOK

Parlamenterê Dîlokê yê AKP’î Şamil Tayyar wêneyê dengê xwe kişand û di hesabê twitterê de belav kir.

Li gundê Toprakkale yê navçeya Eleşkirtê di sindoqa 1083'an de deng aşkere hatin avêtin.

ÇANAKKALE

Heyeta çavdêriyê ya ÎHD'ê li Çanakkale hatiye astengkirin.

COLEMÊRG

Heyeta çavdêriyê ya ÎHD'ê li Colemêrgê hatiye astengkirin.

MÊRSÎN

Li Dibistana Seretayî ya 23 Nisanê heyeta ÎHD'ê ya çavdêriyê hatiye astengkirin. Polîsan heyet derxistiye dervê bajar.

ERZIROM

Li gorî çavdêriya Heyeta ÎHD'ê ya Şaxa Erziromê li hin gundê Horasanê deng vekirî hatin avêtin.

Li taxa Camîbekirê ya Horasanê muşahîdê HDP'ê yê sindoqa hêjmar 1023'an A. G., muşahîdê sindoqa 1040'an ê HDP'ê M. Y. ji aliye AKP’ê ve hatin dûrxistin

Li gundê Demîrmenkaya yê Navçeya Karayazi ya destûr nehat dayîn muşahît li ser sindoqê bin.

SEMSÛR

Li gorî agahiyên gihiştin heyeta çavdêriyê ya ÎHD'ê li gundê Doyuran deng dan bikar anîn.

Li gundên Menzil, Tuglu û Erikli yên navçeya Kolikê çavdêrên sindoqan nexistin gund.

YOZGAT

Li navçeya Sorgunê pusulayên dengên di hundirê maşîneyekê de hatin mohrkirin.

BEDLÎS

Li gundê Ovakişla yê navçeya Xelatê hilbijêr rastî GBT'ê hatin.

Qeymeqamê Adilcevazê li gundan geriya û xwest dengê "Erê" bidin û gef xwarin.

KOCAELİ

Li navçeya Darica li Navenda Perwerdehiya Gel li ser sindoqa 1151'an keseki li dervê qeydan deng bikar anîye.

Li Dibistana Cumhuriyetê ya Derince li ser sindoqa 1023'an N.A. li ser sindoqa 1026'an deng bikar anîye

MUŞ

li Gundê Çatbaşi muxtar M.K. ku tê îdîakirin AKP'î ye, çûye pişt perdê û hilbijêr şopandiye.

MEREŞ

Li navçeya Afşinê Hevserokê MHP'ê E.K. deng aşkere bikar aniye.