HDP û CHP: Îtibarî encamên AA'yê nekin

ENQERE - HDP û CHP'ê têkîldarî daneyên Ajansa Anadoluyê ya ku li kanalên televîzyonan tê dayîn daxuyanî dan û diyar kirin ku ev senaryo ye. Herdu partiyan jî daxuyandin ku daneyên di destên wan de cuda ye.

Piştî dengdana referandumê bi dawî bû hê hejmartina dengan berdewam dikir Ajansa Anadolu (AA) dengên "Erê" ji sedî 67 nîşan da û demeke şunde ev rade gav bi paş ve kişand. Têkîldarî mijarê HDP û CHP'ê berteka "îtibar nekin" nîşan dan. Di daxuyaniya ji aliyê HDP'ê hat dayîn de hate gotin ku îtibarî van encamên manîplatîf nekin, li ser sandoqan veneqetin.

Serokwekîlê koma CHP'ê Ozgur Ozel jî li ser hesabê tiwitterê peyama "Ajansa Anadolu ya li bendê ye dike. Bila kesek li ber televîzyonan morala xwe xira nekin. Em xwedî li sandoqan xwedî derkevin." parve kir.

Parlamenterê Stenbolê Eren Erdem jî ev peyam parve kir: "Di YSK'ê jî sandoqên hê hatine vekirin ji sedî 7.00'in. Radeya ji sedî 25 ne rast e. Sandoqan neterikînin."

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nadîr Yildirim jî wiha got: "Di destên me de encamên zelal hene. Ev senaryoyekî berî hatiye aamdekirin e. Mînaka Şîliyê li ber me ye. Li wir jî kanalên televîzyonan bi aweyeke zanebûn Pinochet li pêş nîşan dan lê wisa derneket. Heta ku wê rojê encam hatin fermîkirin jî ev yek domandin. Îro jî vê yekê dikin. Daneyên me berovajî daneyên AA'yê ye. Bila gelê me morala xwe xira neke, sandoqan neterikînin."