ENQERE - Di sindoqa Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku deng lê bikar anî de ji 135 hilbijêran 123 dengê "Na" derket.
Li Girtîgeha Tîpa F a Edirne ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş lê girtî ye tenê sindoqek hat avakirin. Di sindoqa hêjmar 9902 ku Demîrtaş dengê xwe da de dengê “Na" rekor şikand. Di sindoqa ku Demîrtaş û parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan dengê xwe lê avêtin, ji 135 dengan 123 deng "Na" derket. Tenê 12 deng jî "Erê" derket. Hat diyar kirin ku Demîrtaş û Zeytan ku bi hevre dengê xwe dan coş û morala wan baş e.