Gundê Xerabê Bava û Talatê got 'Na'

MÊRDÎN - Li gundê Xerabê Bava ku 19 rojan dorpêç û êrîşên leşkeran pêk hat û li Gundê Talatê ku 9 rojan dorpêç û qedexeya derketina derve berdewam kir got "Na" Li Talatê ji 146 hilbijêran 143 û li Xerabê Bava jî ji 170 hilbijêran 163 dengê "Na" derket.

Li gundên Xerabê Bava û Talatê yên Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku Walîtiya Mêrdînê qedexeya derketina derve lê îlan kir û leşker û polîsan dorpêç kir dengê "Na" derket. Li gundê Guvenli, Heybeli, Karaca, Cinatê Hiso, Cinatê Miho, Talatê, Çalê, Cibilgirav û Xerabê Bava ku dewletê qexede lê îlan kir û dorpêç kirin, gotin "Na."

Li gundê Telatê ku walîtiyê 9 rojan qedexeya derketina derve îlan kir û 6 xanî xera kir ji 146 hilbijêran 143 kesan got "Na" Li Gundê Xerabê Bava ku 19 rojan hat dorpêçkirin û li qada gund îşkence li welatiyan kir jî 163 hilbijêran got "Na" û 7 hilbijêran jî got "Erê" Welatiyan diyar kirin ku 7 kesên gotin "Erê" ji derve anîne. Li gundê Musa Anter ê Sitilîlê jî 847 dengê "Na" û 135 dengê "Erê" da.