Li bajarên hatin xirakirin 'Na'yê rekor şikand

ŞIRNEX / MÊRDÎN - Li Şirnex, Cizîr, Hezex, Sîlopî, Nisêbîn û Kerboran a ku bi mehan qedexeya derketina derve berdewam kir dengên "Na" yên ji sandoqan derketin rekor şikandin.

Li Şirnex, Cizîr, Hezex, Sîlopî, Nisêbîn û Kerboran a ku sala borî bi mehan qedexeya derketina derve berdewam kir dengên "Na" yên ji sandoqan derketin rekor şikandin. Welatiyên ku çûn ser sandoqan di heman demê de ev xirakirina ku hat kirin jî deng dan.

Li navenda Şirnexê ji sedî 55.49 Na, ji sedî 44.51 "Erê", li navçeya Hezexê ji sedî 67 "Na" ji sedî 32.86 "Erê", li navçeya Cizîrê ji sedî 80 "Na" ji sedî 20 "Erê", li navçeya Sîlopiyê ji sedî 74.38 "Na" ji sedî 25.62 "Erê", li navçeya Elkê ji sedî 65 "Na" ji sedî 35 "Erê", li Basayê ji sedî 72 "Na" ji sedî 28 "Erê", li navçeya Qilabanê ji sedî 79.40 "Na" ji sedî 29.60 "Erê" derket.

LI ŞIRNEXÊ 8 HEZAR û 631 DENG DERBAS NEBÛN

Li Şirnexê 206 hezar û 407 deng hatin bikaranîn ji van dengan 8 hezar û 631 deng derbas nebûn.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji sedî 78.5 "Na", ji sedî 21.5 "Erê, li Kerboranê ji sedî 70 "Na" ji sedî 30 "Erê" derket.

LI ROBOSKÊ 'NA' DERKET

Li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê ku di 28'ê kanûna 2011'an di encama bombebarana balefirên TSK'yê 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû encamên referandûmê aşkere bûn. Li gundê ku 7 sindoq lê hat danîn û bi tevahî 2059 welatî çûn ser sindoqê, 1594 dengê "Na"yê derket. Li navçeya ku 220 leşker çûn ser sindoqan jî ji bo “Erê”yê 438 deng derketin.