ENQERE - Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Erdal Aksunger wiha got: "Manîpulasyon heye. Na zêde dibe. Hê ji herêmên Trakya, Stenbol û Deryaya Spî hinek encam hatine."
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Erdal Aksunger li Navenda Giştî ya CHP'ê axaftinek kir.
Aksunger wiha got: "Li aliyeke dewlet li aliyeke milet heye. Meraq nekin dê milet qezenc bike. Manîpulasyon heye. Na zêde dibe. Hê ji herêmên Trakya, Stenbol û Deryaya Spî hinek encam hatine. Ha li pêş e meraq nekin."
Aksunger banga "sandoqan neterikînin" li pêywidaran kir.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Bulent Tezcan jî têkîldarî daxuyaniya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya pusula û dengên bê mohr derbasdar bin wiha got: "Hem di qanûnê de hem jî di giştînameya xwe de hê dengdanê dest pê nekiribû ligel ku ev bi awayeke zelal hatine tespîtkirin jî piştî hejmartin dest pê kir îtirazên AK Partiyê esas girt û biryara ku dê zerf û pusulayên bêmohr qebûl kiriye û ev ragihandiye. Ev tê wateya ku di vî hilbijartinê de bi destê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve ji bo sextekariyê destur tê dayîn."