MÊRSÎN -Li navçeya Akdenîzê ya ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin li gorî encamên nefermî ji sedî 67 "Na" derket.
Mêrsîn a ku li gorî encamên nefermî ji sedî 64 dengên "Na" derket, navçeya Akdenîzê ya ku qeyûm tayînî şaredariya DBP'î hat kirin jî ji sedî 67,2 dengên "Na" derket. Li navçeya Yenîşehîrê ji sedî 75.1 û li navçeya Mezîtliyê jî ji sedî 70.0 "Na" derket. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de dengên AKP'ê û MHP'ê ji sedî 37,7 bû dengên CHP û HDP'ê jî ji sedî 60.5 bû, li gorî encamên referandumê jî dengên AKP û MHP'ê daket ji sedî 32,8'an. Dengên Na jî derket ji sedî 67,2.
Şaridariya Akdenîzê di destê DBP'ê de bû lê di 18'ê kanûna 2016'an de qayûm tayînî Şaredariyê Akdenîzê hatibû kirin.