Li dijî leşkeran êrîşa bi roket: 3 leşker û cerdevanek birîndar bûn

COLEMÊRG - Leşkerên ku derketin operasyonê rastî êrîşa bi roket hatin. Di êrîşê de 3 leşker û 1 cerdevanek birîndar bûn.

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê li herêma Kaletepe yê ser ser sînor leşkerên ku derketibûn operasyonê rastî êrîşa bi roket hatin. Di êrîşa li dijî maşîna leşkerî de 2 cawişên pispor leşkerek, û cerdevanek birîndar bûn. Leşker û cerdevanên birîndar bûn rakirin nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê.