ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku daneyên AA û YSK'ê li hev nakin û ew ê têkîldarî biryara YSK'ê ya "zerfên bêmohr" jî îtiraz bê kirin.
Encamên hilbijartinên tên aşkera kirin, li hemberî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) û Ajansa Anadoluyê (AA) nerazîbûn tên.
Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku AA manîpulasyonê dike.
Onder ê banga "SAndoqan neterikînin" kir got ku daneyên AA û YSK'ê li hev nakin.
Onder diyar kir ku têkîldarî biryara "zerfên bêmohr" jî riya îtirazê vekiriye.
Parlamenterê HDP'ê diyar kir ku ger ku muşahîd ji aliyê polîsan ve bên astengkirin jî welatîdikarin girtekan bigirin.