Baydemir: Vîna ku ket sindoqê û ji sindoqê derket divê yek be

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, têkildarî encama referandumê axivî û got: "Divê vîna ku ket sindoqê û ji sindoqê derket heman encam be." Baydemîr, anî ziman ku girtekên encamên 668 sindoqan ên di destê wan de û ên YSK'ê li hev nayê. Divê heta îtîraz bi encam nebe, encama hilbijartinê neyê îlankirin.

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, têkildarî encama referandumê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Parlamenterê HDP'ê Sirrı Sureyya Onder, Ertugrul Kurkçu û HDP'ê û endamên meclîsa HDP'ê amade bûn. Em dê şik û lîstikên ketin nava hilbijartinê binirxînin. Qanûna Bingehîn metnê peymana civakî ye. Di encamê de lihevhatinek civakî pêk nehatiye. Em dê rapora xwe ya ji destpêka hilbijartinê heta niha ku ji 65 rûpelan pêk tê bi raya giştî re parve kir. Hevserokên me û parlamenterên me hatin girtin. Di şertên OHAL'ê de hilbijartin li dijî zagonan e û ne mecrû/rewa ye. Ji serê sibê hata dawuya hilbijartinê em rastî binpêkirinên pir mezin hatin. Muşahîdên me bi lêdanê ji ser sindoqê hatin avêtin. Em li benda YSK’ê bûn ku daxuyşaniyê bide. Li gorî agahiyên ji YSK'ê hatin ji sedî 91’'ê sindoqan hatine vekirn û ji sedî 9’ê sindoqan nehatiye vekirin. AA. berê encam aşkere kir û li gorî xwe hişek pêş xist. Ajansek nikare berî saziyek YSK'ê encama hilbijartinê diyar bike."

668 SINDOQ BI ŞIK IN

Baydemir, da zanîn ku berî her tiştî di zagona hilbijartinê de şikên mezin hene. Zarf û pusulayên bê mohr hatin bikar anîn. Divê hemû pusula û deng bên betalkirin. Li gel vê yekê ev deng hatine hesibandin û hatine jimartin. Li gorî girtekên me encama 668 girtekên sindoqan û encama YSK'ê naşibe hev. Baydemir, da zanîn ku vîna ket sindoqê û ji sindoqê derket nebû yek.


Baydemir, anî ziman ku Dirayet Taşdemir û Mithat Sancar bi armanca îtîrazê bikin çûn YSK'ê û li gorî wan vîna HDP'ê ya ketiye sindoqê û derketiye divê yek be. Baydemîr, anî ziman ku der barê encama 668 sindoqên bi şik îmze û mohr di destê wan de heye.