Dersim di 'Na'yê de bû yekem

DERSIM - Di hilbijartina referandumê de Dersim di "Na'yê de di nava bajarên Tirkiye de bû yekemin. Ji sedî 80.4. hilbijêrên Dersimê gotina Na. Li Dersimê jî hilbijêrên Ovacikê ji sedî 90.06 gotin "Na".

Li bajarê Dersimê ku dewlet polîtîkayên taybet, HES û gelek projeyên din lê dixe meriyetê, hilbijêrên Dersimê ji sedî 80 got "Na" Dersim, di referandume de rekora "Na" şikand û bû bajarê yekem ê Tirkiye. Li bajarê Dersimê ku 470 sindoq û 60 hezar û 789 hilbijêr lê hebûn 40 hezar û 469 hilbijêran got na. 9 hezar û 854 hilbijêran jî got Erê. Hilbijêrên Dersimê ji sedî 83.7 got "Na".

Li gundên Gokçek, Gomemiş, Rojnek, Şoxeyix, Kortan, Babaocag, Paxa Havik, Pilvenk, Çukur, Dikenli, Pinar, Sinan û Taht yên navenda Dersimê hemû dengê "Na" ji sindoqan derket.

Li gundê Burnek Kemerespi, Hemzan, Meras, Elqajiye, Teto, Bozikuşagi, Çirpa, Nenkan, Mistkan, Kerdiz yên Ovacikê, gundên Dewa Kureşo, Doluca, Dallibahçe, Kapibaşı, Safkoy, Buyukyurt, Guzelyurt, Yamaçoba û Ulupınarê, Lîseya Gazî, u gelek gundên din bi tevahi "Na" ji sindoqan derket.