AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kir ku gelê kurd bi referandumê li vîna xwe xwedî derketiye û wiha got: "Îtîfaqa AKP û MHP'ê têk çû. Di encamê de gelê kurd sîleyek li AKP’ê da. Welat di ortê de bû du perçe. Divê AKP'ê êdî gavên berfireh bavêje."
Hevseroka Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) Leyla Guven, encama referandumê nirxand. Guven, guhertina pergalê ya Serokdewletiyê, biryara gel a sindoqê û tundiya 2 salên dawî li ser gel tê meşandin nirxand. Guven, Di serdema AKP'ê de hilbijartin di nava şert û mercên ne wekhevde û di bin tundiya leşker û polîsan de pêk hat û wiha got: "Referandum di bin şertên OHAL'ê de pêk hat. Gelê kurd tevî şertên OHAL'ê dîsa li vîna xwe û têkoşina xwe xwedî derket û di ber xwe da. Encama li Kurdistanê derket holê pir girîng e. Bi taybetî li bajarên ku xweseriyên demokratîk lê hat îlankirin ji sedî 70 - 80 gel got "Na" Gelê kurd ji vê pergalê re gotiye Na. Dengê din ne dengê kurdan e. Gel li vîna xwe û nasnameya xwe xwedî derketiye. Li têkoşîna xwe xwedî derketiye.
Li herêmê şerê heyî, tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên DBP'ê, girtina parlamenterên HDP'ê û di bin şertên ne wekhev ên referandumê de kurd ketin referandumê. Divê kes ji gelê kurd nepê ku bêjin "Erê" Gelê kurd gelê bi rûmet e. Ji bo pirsgirêka kurd bigê demokrasiyê divê berî her tiştî tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Ji bo tecrîd bi dawî bibe girtî ketine grevê. 2 meh in di grevê dene.
Li Tirkiye hês pirsgirêka herî mezin neçareseriya pirsgirê kurd e. Em li bendê bûn ku pirsgirêka kurd bigêje çareseriya demokratîk. Lê dijberî vê yekê hikûmeta AKP'ê gav paşve avêt. Di referandumê de cerdevan dan pişta xwe . Li Amed û Şirnexê têk çû. Kurdan piştgirî neda wan. "
TIFAQA AKP Û MHP'Ê TÊK ÇÛ
Guven, da zanin ku tifaqa AKP'ê û MHP'ê têk çû û wiha gt: "Ger ku te bajarên mezin winda kiribe te hemû Tirkiye winda kiriye. Êdî AKP û MHP nikare bi hevre tev bigere. AKP û MHP bûn yek û bi hîleyan ji sedî 50 derbas kir. HDP û CHP îtîraz dikin. Ger ku YSK pusulayên bê mohr qebûl bike têkçûna xwe aşkere dike. "
Guven, da zanîn ku li bajarên kurdistanê di nava 2 sal û nîvan de şerek pêk hat û bajar ser û bin bûn. Guven, bilêv kir ku di şer de nêzî 300 hezar mirov koçber bûn û wiha gt: "Bi sed hezaran mirov nekarîbûn biçin dengê xwe bavêjin sindoqan. Gelê kurd tevî hemû astengiyan carek din vîna xwe danî holê. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin îktîdara AKP'ê nikare tu gavan bavêje.
Welat êdî bi vê referandumê bû 2 perçe. Niha du enî derketin holê. Divê êdî îktîdara AKP'ê li çareseriyê bigere. Têkoşîna me tekoşîna mirovahiyê ye û divê AKP bibe bersîva çareseriyê.